NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê ragihand ku komxebata şêwirê ku dihat payin di 25’ê Tebaxê de were lidarxistin, hatiye taloqkirin.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî paşdexistina komxebata şêwirê ya ku diviyabû di 25’ê Tebaxê de bihata lidarxistin, daxuyanî da. Desteya Serokatiyê ya MSD’ê bi beşdariya hevserokan Leyla Qereman û Mehmûd El Mislit, li Reqayê civîn li dar xist û agahî da.
MSD’ê diyar kir ku ew girîngiyê didin wê komxebatê ku bi ser bikeve, ji ber ku werçerxeke neteweyî ya girîng e. MSD’ê destnîşan kir ku li ser bingeha berpirsiyartiya neteweyî, digel pêşdeçûnên siyasî li ser astên xwecihî û herêmî û hevsengiyên navneteweyî yên bandorê li rewşa Sûriyeyê dikin, biryar hat dayîn ku organîzekirina komxebatê were bipaşxistin.
MSD’ê, got ev biryar pabendbûna MSD’ê ya têkildarî amadekirina şert û mercên baştir ên serkeftina komxebatê, pêkanîna rêgezên destûrê yên giştî nîşan dide da ku encamên komxebatê bikevin xizmetî çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku MSD’ê plan dikir ku di 25’ê Tebaxê de li Reqwayê bi beşariya siyasetmedar, çalakvan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Reqayê komxebata şêwirê li ddar bixe. Komxebat, ji bo demekê nediyar hat taloqkirin.