NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 6 kes ji heman malbatê, 8 kesan jiyana xwe ji dest da. NY'yê jî daxuyan ku ji meha Gulanê heya niha herî kêm hezar û 760 filistinî hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê, di êrişên xwe yên li ser Xezeyê de sivîlan qetil dike. Li gor daneyên çavkaniyên nexweşxaneyê, balafirên şer ên Îsraîlê li hin deverên Xezeyê sivîlan û konên wan hedef girtiye. Di êrişên dawî yên Îsraîlê de, 6 kes ji heman malbatê 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî destnîşan kir ku ji meha Gulanê ve herî kêm hezar û 760 filistînê hatine kuştin. Her wiha Ajansa Alîkarî û Îskanê ya Penaberên Filistînê ya Li ROjhilata Nêzîk a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) jî, daxuyand ku herî kêm 100 zarok ji birçîna jiyana xwe ji dest dane.
Di êrişa ku li Kampa Penaberan a El-Bûreycê hat kirin de, ji heman malbatê ku yek jê jin û 4 jê zarok, 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li bajarê Han Yûnûs ê li başûr jî ji aliyê amûra hewayî ya bêmirov a Îsraîlê ve koneke sivîlan hedef hat girtin û di vê êrişêd e 2 filistînî jiyana xwe ji dest dan.
WEZARET: Di 24 SAETÊN DAWÎ DE 52 KES HATIN QETILKIRIN
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 52 kes hatine kuştin û 831 kes jî birîndar bûne. Wezaretê ragihand ku Îsraîl ji 18'Ê Adarê ve bi giştî 10 hezar û 251 kesî qetil kiriye û 42 hezar û 865 kes jî birîndar kiriye.
JI NY'YÊ DAXUYANÎ
Ofîsa Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî jî, daxuyand ku di navbera 27'ê Gulanê û 13'ê Tebaxê de herî kêm hezar û 760 filistiniyên li alîkariyê digeriyan hatine kuştin. Hat destnîşankirin ku ji kesên mirine 994 jê li derdora Weqfa Mirovî ya Xezeyê û 766 jê jî li derdora konvoyên tedarikê jiyana xwe ji dest dane. Li gor NY'yê piraniya van kuştinan ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kirin.
NY û çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku ji 27'ê Gulanê ve di êrişên sîstemayîk ên li noqteyên alîkariyê de hezar û 881 filistinî jiyana xwe ji dest dan eû 13 hezar û 863 kes jî birîndra bûne.
UNRWA: HERÎ KÊM 100 ZAROK JI BIRÇÎNA MIRINE
Komîserê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini jî got ku di demên dawî de herî kêm 100 zarok ji birçîna jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 40 hezar zarok jî di êrişên hewayî yên Îsraîlê de mirine an jî birîndar bûne. Lazzarini bilêv kir ku li Xezeyê nêzî milyonek zarok jî bi travmaya derûnî re rû bi rû ne û ji perwerdehiyê bêpar in.
Lazzarini destnîşan kir ku demildest divê civaka navneteweyî tevbigere û got: "Ji birçîna û ji ber travmaya derûnî nifşek winda dibe. Divê cîhan tevbigere, her diçe dem kêm dibe."
Her wiha Lazzarini bilêv kir ku divê alîakriya mirovî bigihê Xezeyê û got ku ger gavên berbiçav neyên avêtin dê trajediya zarokan girnatir bibe.