NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyê yek ji pêşengê Şoreşa Rojavayê Nûreddîn Sofî bi merasîmeke heybet defin kirin.
Piştî axaftina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî wesîqeya şehadetê ya yek ji pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs ve hate xwendin û piştre radestî malbat wî hate kirin. Piştre birayê şehîd Nûreddîn Sofî, Ebdullah Sofî axivî û bixêrhatina beşdarên merasîmê kir û got şehîd namirîn.
Nûredîn Sofî bi merasîmeke leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hat oxirkirin.
Cenazeyê Nûreddîn Sofî bi tilîlî û dirûşmeya “Şehîd Namirin” ji qada merasîmê (Stada Şehîdên 12ê Adarê) hate derxistin û li ser milan bi meşê ber bi Pekrewangeha Delîl Sarûxan ve hate birin.
Bi deh hezaran pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rûspî, rewşenbîr, serokeşîr, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û fermandarên HSDê bi cenazeyê Nûreddîn Sofî re meşiyan li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan bi dirûşmeya “Şehîd namirin” defin kirin.
Merasîm bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.