WAN - Ekîn Wan ku piştî qetilkirinê bedena wê hatibû teşhîrkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. Wekîla DEM Partiyê Gulderen Varli di bîranînê de got: “Têkoşîna wê rêya me ronî dike.”
Endama YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku di 10’ê Tebaxa 2015’an li navçeya Gimgimê ya Mûşê di çalakiyê de hatibû qetilkirin û piştre jî leşkeran bedena wê teşhîr kiribûn, di sala 10’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka ya li Wanê hate bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn.
Beşdar, bi dirûşma “Şehîd namirin” têketin goristanê û piştre li ser gora Ekîn Wanê deqeyek rêz girtin.
'PERGALA MÊR-DEWLETÊ HATE TEŞHÎRKIRIN’
Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli di bîranînê de got ku di şexsê Ekîn Wanê de tundiya mêr-dewletê ya li dijî gelê Kurd û nefreta li dijî jinan hatiye îfşakirin. Gulderen Varliyê got ku pergala hevpar a mêr û dewletê teşhîr bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Pergala mêr-dewletê bi hemû nexweşikiya xwe winda kir. Têkoşîna Ekîn Wanê ji me re hiştî rêya me ronî dike û em ê teqez bi ser kevin.”
Bîranîn, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.