NAVENDA NÛÇEYAN- ÎHD û xizmên windayan ku li Amed, Êlih û Colemêrgê bang li komisyona ku li meclisê hat avakirin kirin ku aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin eşkere bike.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ya li Amedê, Êlih û Colemêrgê domandin.
Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 861emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşûyolê ya Amedê li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku di bin çavan de hatibû windakirin pirsîn. Di çalakiyê de xizmên windayan rêveberên ÎHDê nûnerên rêxisinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Xizmên windayan vê hefteyê jî aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku di sala 1965'an de li navçeya Hênê ya Amedê ji aliyê kesên sivîl ve hatibû windakirin. Endama Komîsyona Windayan Parêzer Berfîn Elçî daxuyanî xwend.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz anî ziman k udi salên 1990î de ji aliyê dewletê ve gelek kes hatin windakirin û divê dewlet hesabê vê yekê bide û got: “Di meclîsê de jî komîsyona ku hatiye destpêkirin 12 xal hene. Di nava wan xalan de divê ev çalakiyên ku 30 sal in ku li van qadan têne meşandin hesab bê dayîn.”
Salime Çakirê jî qala bûyera ku hatiye serê hevjînê xwe kir û got: “Di 1994an de hevalê min ji gund birin. Ji wê demê heta niha me tu agahî jê ne girtiye. Dema ku ew birin ez ducanî bûm. Piştre jî xezûrê min bi şopa wî ket. Lê rayedaran ew jî bi kuştinê tehdît kirin. Heta ku em sax bin em ê li pey şopa wan bin û li hestiyên windayên xwe bigerin.”
Parêzer Berfîn Elçiym anî ziman ku li gorî hemû hewldanên malbatê jî dîsa îtîzên wan bê encam man e û wiha axivî: “Di 15'ê Tebaxa 1994'an de leşkeran êrişî gundê navçeya Hênê ya Amedê ku şêniyê gund Îbrahîm Kartay lê dijiya kirin. Gundî li qada gund kom bûn û fermana valakirinê hat dayîn. Beriya ku gundî bikaribin eşyayên xwe bistînin xaniyên wan hatin şewitandin. Gundiyên ku debara xwe bi xwe pez dikirin ew pezên wan jî hemû hatin gulebarankirin. Salime Çakir li ber deriyê malê li benda hevjînê xwe bû. Gundiyan ji wan re gotibûn, ew hatiye desteserkirin. Piştî hemû îtîrazên malbatê dîsa jî îtîrazên wan bê encam man.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi deqeyek rûniştina pêk hat û daxuyanî bi dawî bû.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 697'an a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin de parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan beşdar bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edip Çelik hat pirsîn. Di 10'ê Tebaxa 1994'an de, dema ku li gundê Zorava yê girêdayî navenda bajêr dijiyan, ew bi şev ji aliyê çar zilamên bi cilên sivîl ên bi çekên lûledirêj ve ji malê hatin girtin. Careke din agahî ji wan nehat girtin. Rêveberê Şaxa ÎHD a Êlihê Erkan Kolaldiran çîroka Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edip Çelik ku ji hêla hevjîna Îbrahîm Çelîk, Medrese Çelîkê ve hat vegotin vegot: "Dema ku hevjînê min Îbrahîm Çelîk û kurê min Edîp Çelîk li gundê Zorava yê girêdayî navenda bajêr dijiyan, di Tebaxa 1994'an de, derdora saet 8:00'ê êvarê, çar zilamên bi cilên sivîl ên ku çekên lûledirêj hildigirtin hatin mala me û li hevjînê min Îbrahîm û kurê min Edîp pirsîn. Hevjînê min û kurê min derketin derve, bi wan re axivîn û dû re ew bi hev re daketin baxçe. Dema ku ew li baxçe diaxivîn, ez çûm hundir da ku tiştekî îkramî wan bikim. Piştî panzdeh deqeyan, ez daketim baxçeyê û min kes nedît. Min ji cîranan pirsî, wan jî kes nedîtibûn. Roja din, ez çûm Qereqola Cendirmeyan a Êlihê û gilînameyek nivîskî pêşkêş kir. Ji duh ve jina min û kurê min winda ne û min ji wan agahî negirtiye.Min pirsî ka ew di bin çavan de ne yan na. Bersiva ku min wergirt ev bû: 'Îbrahîm û Edîp Çelîk li cem me ne di bin çavan de ne; me ev kes nedîtine.' Ji wê rojê ve, hevjînê min û kurê min, çi sax çi mirî, winda ne û min ji wan agahî nebihîstiye. Ger gorek ji bo kesên ku me winda kirine hebûya, dibe ku min ev êş qebûl bikira. Mixabin, êşa me wekî roja ewil teze ye."
Kolaldiran got ku malbatê paşê li dozgeriyê giliyê endamên Hîzbûllahê kiriye, lê hemû serlêdanên wan bê encam mane.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ji bo hefteya 187'emîn a çalakiya xwe kom bûn. Wan pankartên bi nivîsên "Kujer diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn.
Hevserokê ÎHD a Colemêrgê Ozan Akbaş li aqûbeta Abdullah Kançi yê ku di sala 1994'an de li Geverê di bin çavan de hatibû qetilkirin, pirsî.
Ozan Akbaş diyar kir ku Abdullah Kançi ku di sala 1994'an de ji bo çêrandina heywanên xwe ji gundê xwe derketibû, ji aliyê leşkerên Lîwaya Komando ya Bolûyê ve ku li herêmê operasyonek pêk dianîn, hatiye girtin. Akbaş diyar kir ku ji wê demê ve tu agahî ji wî nehatiye girtin. Akbaş wiha domand: "Malbat û gundiyên wî bi rojan, hefteyan û mehan li aqûbeta wî pirsîne û serî li rayedarên fermî dane. Lêbelê, hemû serlêdan bi hinceta 'nebûna dozgeriyê' hatin redkirin. Cenazeyê Abdullah Kançi bi derbên îşkenceya giran, lingên jêkirî û şewitandinê hat dîtin. Ev wehşet ne tenê bêparkirina mafê jiyanê yê mirovekî ye, lê di heman demê de binpêkirina herî giran a qedexekirina îşkence û muameleya xerab e jî. Tevî 31 sal derbas bûne jî, berpirsiyar nehatine darizandin û doz li dîwarê bêcezatiyê ketiye û sekiniye."
Ozan Akbaş bilêv kir ku windakirinên bi darê zorê û kuştinên nediyar sûcên li dijî mirovahiyê ne û got: "Di van sûcan de demborî nabe. Edalet, ancax bi pêvajoyeke darazê ya çalak, serbixwe û bêalî dikare pêk were. Divê berpirsên bûyerê bên tespîtkirin û pêvajoyeke darizandina adil bê destpêkirin. Divê dawî li polîtîkayên bêcezatiyê bê, ji bo heman tişt dubare bbin divê dewlet gavên qanûnî bavêje. Wekî xizmên windahiyan û parêzvanên mafên mirovan, heta aqûbeta Abdullah Kançi û hemû windahiyên me neyê eşkerekirin û sûcdar neyên darizandin, em ê bitêkpşin. Heya rastî eşkere nebe û edalet pêk neyê, aştî ne pêkan e."