NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Stefan Sakalian diyar kir ku tevî agirbesta li Siwêdayê jî rewşa mirovî nebaş e û gel di mijara cîbicîkirina pêdiviyên sereke de zehmetiyên cidî dijî.
Serokê Şandeya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) Stefan Sakalian ku di vê hefteyê de serdana Siwêdayê kir, anî ziman ku tevî agirbesta 10 roj in di meriyetê de ye jî rewşa mirovî gelek xerab e. Sakalian, destnîşan kir ku şêniyên herêmê zehmetiyên kêmbûna xurek, av û dermanan dikişînin û alîkariyên vê dawiyê gihane herêmê hewcedariyên wan ên herî kêm dabîn nakin.
DAXWAZÊN WELATIYAN
Sakalian anî ziman ku destpêka vê hefteyê 27 kamyonên alîkariyan gihane herêmê lê bi hevrûkirina mezinahiya krîzê têrê nakin. Sakalian, bal kişand ser daxwazên şêniyan jî û got ku gel daxwaza xizmetên ceyran, ewlehî û misogerkirina îstîqrarê jî dike. Bi domdarî Sakalian bi lêv kir ku pêdivî bi vegerandina baweriyê ya di nava tevahî hemû aliyan de heye.
‘EM DIKARIN NAVBEYNKARIYÊ BIKIN’
Sakalian, anî ziman ku divê çareseriya li Siwêdayê ne tenê mirovî be, her wiha divê siyasî be û bal kişand ser bûyerên revandina welatiyan. Sakalian ragihand ku Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ji bo hêsankirina berdana revandî û windayan amade ye navbeynkariyê bike û alîkariyan pêşkêş bike.