AMED – Li Pîranê zarokek, ji ber tundiya birayê xwe jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Pîran a Amedê, zarokek ji ber tundiya zarokê ku hat hînkirin birayê wî ye, jiyana xwe ji dest da. Bûyer di 11'ê Tîrmehê roja înê de qewimî. Zarok, tahdeyeke fizîkî li birayê xwe kir. Zarokê ku ji ber derbên li ser dilê xwe û sînga xwe ji xwe ve çû, ew rakirin nexweşxaneyê. Zarokê ku li vir hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî bûyerê gelek gotegot tên gotin, lê zarokê ku tundî li birayê xwe kir hat binçavkirin. Piştî du rojên binçavkirinê îfadeya zarok hat girtin û duh sewqî edliyeyê hat kirin. Dadgeriya nobedar, biryara girtinê da û zarok şand girtîgehê.
Hat hînkirin ku Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê û Tora Xebatên Zarokan a Amedê, bûyerê dişopînin.