SEMSÛR - Li gundê Oxçalî yê Semsûrê agir bi daristanê ket. Ji ber ku agirkujiyê mudaxileyî agir nekir, agir li qadeke berfireh berbelav bû.
Li gundê Oxçalî yê girêdayî navenda Semsûrê, agir bi daristanê ket. Nehat hînkirin ku agirê ku xwe li her çar aliyê gund girt û nêzî dîregên ceryanê bûye, ji ber çi çêbûye. Hat diyarkirin ku çendî gundiyan haya agirkujiyê pêxistiye jî, agirkuj piştî şewatê bi saetan sewqî cihê bûyerê hatine kirin.