Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin

img

STENBOL - KCDP’ê rapora xwe ya 6 mehan aşkera kir û got ku ji sedî 65’ê jinan li malê û ji sedî 35’ê wan ji h3ela hevjînên xwe ve hatine qetilkirin. 

 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) rapora xwe ya têkildarî komkujî û mirinên biguman ên jinan ên di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de hatine kirin, aşkera kir. Rapor, li Navenda Çandê ya Zubeyde Anayê ya li Beşîktaş a Stenbolê bi daxuyaniyekê hate aşkerakirin. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn û nûnera KCDP’ê Esîn Îzel Uysal daxuyanî xwend. 
 
JI SEDÎ 65’Ê JINAN LI MALÊ HATIN QETILKIRIN 
 
Esîn Îzel Uysal, da zanîn ku di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de 136 jin hatine qetilkirin, 145 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û got: “Di 6 mehên ewil ên sala 2021’ê de 131, di yên sala 2022’yan de 164, di yên sala 2023’yan de 147, di yên sala 2024’an de 205 û di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de jî jî 96 jin hatine qetilkirin. Ji 6 mehên ewil ên sala 2025’an de 96 jin ji hêla endamên malê yên zilam ve hatin qetilkirin. 15 jin ji hêla zilamên qeyda wan sicîla edlî heye ve hatin kuştin. Ji jinên hatin qetilkirin ji bo 9’an biryara parastinê hebû. Û ji sedî 65’ê jinan li malê hatin kuştin. Ji sedî 35’ê jinan jî ji hêla hevjînên xwe ve hatin kuştin. Ji jinên di 6 mehên ewil ên îsal de hatine kuştin ji sedî 78’ê jê bi çekê, ji sedî 36 jê bi alavên tûj hatine kuştin, 11 jê hatine xeniqandin, 6 jê bi derbkirinê û 3 jê jî bi şewitandinê hatine kuştin. Awayê kuştina 2 jinan jî nehatiye tespîtkirin.” 
 
‘EM Ê ROJÊN JIYANEKE AZAD Û WEKHEV BIBÎNIN’ 
 
Esîn Îzel Uysal, got ku divê 6284 bi awayekî bandor bê cîbicîkirin, polîtîkayên malbatê dikin navend, polîtîkaya necezakirinê û newekheviya zayenda civakî bên bidawîkirin. Esîn Îzel Uysal, got: “Pêdivî bi polîtîkayên hêzê didin jinan heye. Hemû çareserî di Peymana Stenbolê de ye. Em ê xwe bigihînin rojên jiyaneke azad û wekhev.” 
 
‘HEKE EM BIBIN YEK DÊ BI SER KEVIN’
 
Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalincakoglû jî got ku hemû dosyayên mirinên biguman bi îdiaya întîharê tên veşartin û faîl nayên cezakirin. Şîrîn Yalincakoglû, jinên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayin bi bîr xist û got ku tenê heke jin û derdorên din bibin yek û xwe birêxistin bikin dikarin vê xerabiyê bi dawî bikin û bi ser kevin.  
 
Seroka Polîtîkayên Jinan a Partiya DEVA’yê Nalan Ilgin jî got ku dê li dijî tundî û cînayetên li dijî jinan bi hev re têbikoşin. 
 
Husniye Yildirim ku keça wê Aysûn Yildirim bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da jî got: “Keça min di 28’ê Sibata 2018’an de hate kuştin û ji wê rojê heta niha li edaletê digerim. Me her tim bo edaletê bang kir lê gotin hewcehî bi şopandinê nîne û dosya girtin. Dozgerê ewil em çûn cem wî got bi me re ye lê piştre weke ku em sûcdar bin tevgeriya. Dozgerên piştre jî wisa nêz bûn. Heke em bi destên hev bigirin dikarin mafê zarokên xwe bistînin.” 
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû. 
 
 
 
 

Sernavên din

16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê