Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e

  • rojane
  • 09:03 7 Tîrmeh 2025
  • |
img
AMED -  Endamê OHD’ê Yakup Demîr diyar kir ku divê saziyên civakî û rêxistinên hiqûqî beşdarî pêvajoyê bibin û ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan esas e. 
 
Pêvajoya ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê dabû destpêkirin didome. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku hikumet li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirina 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan, sererastkirineke qanûnî bike. Rêvebirê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Yakûp Demîr têkildarî pêvajoyê û pêkanîna "mafê hêviyê" axivî.
 
Demîr bibîr xist ku demeke dirêj e daxwaza rakirina tecrîdê û pêkhatina 'mafê hêviyê' di nava raya giştî ya Kurd de heye û bal kişand ser daxuyaniyên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ' mafê hêviyê' jî di raya giştî ya Tirkiyeyê de hatiye nîqaşkirin.
 
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ PÊK WERE’
 
Demîr da zanîn ku di pêvajoya berdewam dike de divê rêziknameyên wekî "mafê hêviyê" nebe mijara bazarê û DMME kesekî ku heta mirinê di girtîgehê de maye wekî "îşkenceyê" dibîne û di vî warî de biryara îxlalkirinê daye. Îxlalkirina DMME'yê ya der heqê Abdullah Ocalan de ku 10 sal berê hat girtin, tevî ku wext derbas bûye jî bi cih nehatiye anîn û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku li ser daxwaza rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî mijar nîqaş kir, di destpêkê de di sala 2021'an de maweya salekê da Tirkiyeyê. Demîr wiha axivî: "Bi dayîna muhleta salekê ya Tirkiyeyê tê xwestin ku kêmasiyên di mevzûata têkildar de ji holê bên rakirin. Piştî salekê Tirkiye îdia dike ku guhertinên qanûnî yên pêwîst kirine û agahiyan pêşkêşî komîteyê dike. Lê belê ev mijar komîteyê têr nake. Ji ber vê yekê, di sala 2024'an de bi biryarên navberê yên ji nû ve hatine danîn re, ji Tirkiyeyê tê pirsîn ku di mijara rewşa Birêz Abdullah Ocalan de guhertinek çêbûye yan na û di vî warî de wê kîjan guhertinên qanûnî bike, her wiha ev maf çiqasî bandorê dike."
 
GUHERTINA TMK’Ê
 
Demîr anî ziman ku di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK), Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) û Qanûna Înfaza Ceza û Tedbîrên Ewlekariyê de divê rêzikname bên çêkirin û ger di qanûnan de sererastkirin ên li gorî biryara 'mafê hêviyê' bên kirin, wê derfetê biafirîne ku hemû girtiyên din ên siyasî ji vî mafî sûdê werbigirin.
 
Demîr bal kişand ser girîngiya banga Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de hat kirin û destnîşan kir ku divê li bangê xwedî derkevin. Demîr destnîşan kir ku aktorê herî girîng ê pêvajoyê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Aktorê sereke ye ku hem di nava civakê de hem jî di nava rêxistinê de tê naskirin. Ji ber vê çendê jî pêdivê ye ku ew bi awayekî azad bi alî û pêkhatên evê prosesê re dîdar bike û nerîna xwe ya di bareya çareserkirina evê pirsê de ragihîne. Ji bo pêvajo bi awayekî serketî bimeşe û bigihêje encamekê, di nava van şert û mercan de azadiya Birêz Abdullah Ocalan şert e.”
 
‘DIVÊ PÊVAJO CIVAKÎ BE’
 
Demîr diyar kir ku ji bo naskirina 'mafê hêviyê' û civakîbûna pêvajoyê pêwîstî bi têkoşînê heye û bal kişand ser vî rengî ku divê rêxistinên civakî yên sivîl û maf di vî warî de hewldanên cidî bimeşînin.
 
Demîr destnîşan kir ku bi serketina pêvajoyê re civakeke aştiyane, demokratîk û azad dikare bê avakirin û got, "Ji bo vê yekê divê her kes berpirsyariyên xwe bicih bîne. Em di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin. Ev pirsgirêk bêyî desteka civakî nikarin bi pêş ve biçin. Divê ne tenê li ser biryara ku di meha Îlonê were dayîn, divê bi fikirandina rewşa siyasî ya navxweyî ya Tirkiyeyê re zextê li hikûmetê bike.”
 
MA / Rukiye Payîz Adiguzel
 

Sernavên din

16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin