STENBOL - Îhsan Elîaçik biryarên PKK'ê weke ‘dîrokî û wêrek’ bi nav kir got, "Divê dewlet ji bo statuya qanûnî gav biavêje." Yek jî jê damezrînerê AKP'ê Kemal Albayrak diyar kir ku divê mafên welatîbûnê yên her kesî werin parastin.
PKK'ê di 9’ê Gulanê de ragihand ku ji bo bersiva "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist. Biryarên kongreya PKK'ê de hat aşkerakirin û PKK’ê got ku çalakiyên xwe bi dawî kirine.
Dîroknas û nivîskar Îhsan Elîaçik û yek jî jê damezrînerê AKP'ê û siyasetmedar Kemal Albayrak biryarên kongreyê yên ji aliyê PKK'ê ve hatin ragihandin, nirxandin.
'RÊXISTIN BI XWE BAWER E'
Îhsan Elîaçik diyar kir ku ew geşedanan weke 'dîrokî' dibînin û wiha got: “Rêxistina PKK'ê ku 1978'an ava bû, Gulana 2025'an biryar da ku xwe fesh bike. Ji hêlekê ve girîng e ku wan bi xwe ev biryar dane. PKK’ê ne ku ji ber têkçûnê biryareke wiha girt. PKK bi serê xwe biryarê digire. Ev yek di dîroka rêxistinan de mînakeke pir kêm e. Ev jî nîşan dide ku rêxistin bi xwe bawer e. Nîşan dide ku planên siberojê hene. PKK rêxistineke sazûmankar e. PKK weke rêxistin dawî li têkoşîna çekdarî tîne, lê wê formeke cuda bigire dest. Xuya ye wê bi rengekî hîn sivîl û bêçek derkevin holê. Neçareseriyên PKK'ê nayê wê wateyê ku mirovên li wir dev ji doza ku didin meşandin berdidin. Dê veguherin formeke ne çekdar; bi ya min ev girîng e.”
'QENDÎL Û ÎMRALI DI NAVA AHENGIYEKÊ DE NE'
Elîaçik da zanîn ku xaleke duyemîn a girîng ew e ku rêveberên rêxistinê yên li Qendîlê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi temamî di nava ahengiyê de ne û anî ziman ku ev rewş di dîroka rêxistinbûyînan de kêm caran tê dîtin û wiha axivî: “Bi giştî di van mijaran de parçebûn çêdibin. Lê belê em dibînin ku parçebûn nîn e. Xala sêyem a girîng ew e ku dema em daxuyaniyên di deklerasyona ku PKK'ê di 78 'an de weşandî dema ku pêşî bi daxuyaniyên xwe yên dema xwe helandinê dest pê kir berawird bikin, em dibînin ku ji îdeala 'Kurdistana Yekbûyî ya Serbixwe' veguheriye xala 'Tirkiyeya Demokratîk'. Eger Tirkiye demokratîk bibe û demokrasiya rasteqîn bi cih were anîn, wê demê Kurd jî wê bigihin hemû mafên xwe.”
'DIVÊ VEGUHERE DEWLETEKE DEMOKRATÎK'
Elîaçik anî ziman ku pêwîstiya dewletê bi demokratîkbûyînê heye û wiha got: "Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tê wê wateyê ku divê dewlet hemû kesî wek ‘tirk’ nebîne. Pêwîst e bibe rêxistineke ku hemû kesên li ser vê axê dijîn di nav de Kurd û Çerkez û bi awayekî wekhev ji hemû komên olî, mezhebî û baweriyê hembêz bike. Di daxuyaniyê de her wiha bal tê kişandin ser Rojhilata Navîn, mîna Sûriye, Iraq, Tirkiye û Lubnanê ku ol, mezheb, bawerî û nasname di nava hev de ne yan jî pir in, nikarin ji xwîn û kaosê birevin. Gelên li vir dijîn divê çareseriyeke çawa bi hev re bijîn bibînin. Abdullah Ocalan vê yekê weke referanseke olî dispêre Peymana Medîneyê. Ji aliyê siyasî ve jî weke Konfederalîzma Demokratîk bi nav dike. Vê yekê ji bo Rojhilata Navîn weke çareseriyê dibîne. Ev yek hem ji aliyê PKK'ê hem jî referansên me yên Îslamî ve erênî ye.”
'PÊWÎSTE 86 MÎLYON DESTEKÊ BIDIN'
Elîaçik da zanîn ku divê hemû komên mûxalîf bi taybetî dewlet û Tirkiye destekê bidin biryara PKK'ê û got, "Ji ber ku çekê datînin, rijandina xwînê disekinînin û destnîşan kir ku 'têkoşîna çekdarî qediya ye'. Divê 86 milyon kesên li Tirkiyeyê dijîn piştgiriyê bidin vê, li dijî vê dernekevin û şîroveyên cûda bi pêş nexin. Hinek dibêjin ev planeke Amerîka an jî Îsraîlê ye. Plan e yan na, li vir mijar rijandina xwînê ye. Lazim e ev yek bi awayekî rast bê destekkirin."
'DIVÊ DEWLET JI BO STATUYA QANÛNÎ GAVÊ BIAVÊJE'
Elîaçik da xuyakirin ku banga Abdullah Ocalan û bersiva rêxistinê bi civandina kongreyê gaveke wêrek e û wiha got: "Gotina Bahçelî ya ku dibêje bila Ocalan were û li Meclîsê biaxive jî gotineke gelekî wêrek e. Ez axaftina Bahçelî û banga Ocalan weke gavavêtina herî giran a du salên dawî dibînim. Ev di dîroka rêxistinan da pir kêm e. Bi avêtina vê pêngava wêrek re rêxistinê li pêş çavên tevahiya cîhanê belavbûna xwe îlan kir. Divê dewlet ji bo statûyeke zagonî gav bavêje. Pêwîste der heqê kesên li çiyê dijîn, yên tevlî têkoşîna çekdarî bûne û yên niha li zîndanan de xebateke hiqûqî hebe."
ALBAYRAK: DIVÊ MAFÊN DEMOKRATÎK BÊN PARASTIN
Siyasetmedar Kemal Albayrak diyar kir ku divê Komara Tirkiyeyê mafên demokratîk ên her welatiyekî biparêze û wiha got: "We 'dijmin' afirand; yanî we ev yek bi bêhiqûqî û neheqiyê derket holê. Niha kesên ku hûn weke 'dijmin' bi nav dikin jî ji bo aştiyê dibin bandora derve de diqîrin. Ji ber vê yekê yên ku ev pirsgirêk afirandine nikarin çareser bikin. Weke mirovekî dixwazim gelên li wê derê hem kurd hem jî tirk di nava aştiyê de bijîn. Ji ber geşedanên li Sûriyeyê Tirkiye tengav bû û ket pêvajoyeke bi vî rengî.”
Albayrak herî dawî ev tişt got: "Hikûmet di vê mijarê de samîmî nîne. Xwezî aştî hebûya. Eger di dema bihurî de destanek bihata dirêjkirin, eger mafên demokratîk bihata dayîn û çand bihata parastin, gelo ev pirsgirêk der dibûn? Na. Pêwîst e li Tirkiyeyê aştiyek civakî bê avakirin. Bi tayînkirina qeyûman, bi navkirina her kesî weke 'terorîst' û girtina wan çawa aştî dikare pêk were? Bi astengkirinan aştî pêk nayê. Tu nikarî welatiyên xwe ji derve bikî. Gelo 2 mîlyon 200 hezar kes dikarin weke 'terorîst' bên nîşandan? Her kesên di nava Komara Tirkiyeyê de dijîn hemwelatî ne. Li pêş zagonan wekhev in. Divê mafê hemwelatîbûnê bê parastin. Azadî divê were parastin. Pêwîste em rûnên û di van mijaran de biryarê bidin."
MA / Dîren Yurtsever