SEMSÛR - Gelek kes çûn serdana şîna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder a li Semsûrê hatiye danîn.
Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, li Taxa Karapinarê ya navenda bajarê wî Semsûrê şîn hate danîn. Gelek kes çûn serdana şînê. Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Pîr Sûltan Abdal, şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ên Semsûrê, Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar û gelek welatî çûn serdana şînê. Her wiha Şaredarê Semsûrê yê CHP’î Abdurrahman Tutdere û endamên meclisê jî hatin serdana şînê û sersaxî xwestin.
Ziyaretvan, ji hêla birayê Onder Alî Onder, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û wekîlên DEM Partiyê û rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Semsûrê ve tên pêşwazîkirin.