NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku tevî bi ser darvekirina Hamid Huseyîn Necad Heydaranlu re 6 roj derbas bûne jî cenazeyê wî radestî malbata wî nehatiye kirin.
Girtiyê Kurd Hamid Huseyîn Necad Heydaranlu di 21’ê Nîsanê de li Girtîgeha Urmiyeyê hate darvekirin. Bi ser darvekirina Heydaranlu re 6 roj derbas bûn lê hêj jî cenazeyê wî radestî malbata wî nehatiye kirin. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku malbata Heydaranlu ji bo cenazeyê zarokê wan were redastkirin alîkariyê ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dixwazin. Komeleyê, da zanîn ku malbat dixwaze civaka navneteweyî zextê li rejîma Îranê bike.
Hamid Huseyîn Necad Heydaranlu di 21’ê Nîsanê de li Girtîgeha Urmiyeyê hatibû darvekirin.