STENBOL - Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneyê didome. Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu û gelek kesên ji derdorên cuda serdana nexweşxaneyê kirin.
Tedawiya Serokwekîlê Meclîsê yê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Florence Nightingale di roja 7emîn de dewam dike. Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û malbata Onder jî di nav de gelek endamên partiyê îro jî li nexweşxaneyê bûn.
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu û endamên lijneya rêveberiya baroyê, Parlamenterê berê yê SHP û CHP'ê Algan Hacaloglu, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirk Nîhat Matkap, Dayikên Şemiyê, şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Dîlokê Celal Dogan, rojnameger Nevzat Çîçek û Mehmet Metîner û gelek kesên din îro çûn serdana nexweşxaneyê. Pervîn Buldan, berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û endamên partiyê mêvan pêşwazî kirin.
'LI BER XWE DA, LI BER XWE DIDE Û WÊ LI BER XWE BIDE'
Piştî serdanê Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu derbarê rewşa Onder de axaftineke kurt kir û wiha got: "Bi zimanê bijîşkan rewşa stabîl berdewam dike. Dîsa ji aliyê bijîşk ve ev rewşeke erênî ye. Em bi hêvî ne. Ev hêvî hêviya hemû Tirkiyeyê ye. Sırrı Süreyya her tim li ber xwe da, li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Em ê ti carî hêviya xwe winda nekin."
Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen û hevjînê rojnamegerê hatî kuştin Hrant Dînk Rakel Dînk jî li Pervîn Buldan geriya û şîfaya lezgîn jê re xwestin.