MÊRDÎN - Cenazeyê Îslam Çelîk ê HPG'î ku 6 sal berê li Erzînganê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da piştî 6 salan radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê endamê HPG'ê Îslam Çelîk (Dilsoz Sarya) ku di 11 'ê Tebaxa 2019'an de li çoltera navçeya Kemahê ya Erzînganê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 6 salan dan malbatê. Malbata Çelîk ku cenazeyê wî di encama daneheva DNA'yê de hat teşxîskirin, duh ji goristana bêkesan a Erzîromê hat wergirtin û anîn navçeya Mîdyad a Mêrdînê. Cenazeyê ku derengiya şevê destûra ketina navçeyê hat dayîn, ji aliyê xizmên Çelîk û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên xizmên xwe winda kirine ve li Bexçeyê Şaristaniyan (MEBYA-DER) hat pêşwazîkirin.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Çelîk li Goristana Sofiya ya navçeyê hate definkirin. Di axaftinên li merasîma cenaze de sersaxî ji malbatê re hat xwestin.
Malbat wê li Midyadê taziyeyan qebûl bike.