COLEMÊRG - Hamide Değirmencî li Colemêrgê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Hamîde Degîrmenci ya 55 salî li hewşa mala xwe di nav daran de mirî hat dîtin. Hat diyarkirin ku bûyer danê sibehê li Taxa Medrese ya navenda Colemêrgê qewimî.
Xizmên Hamîde Degirmenciyê ku cenazeyê wê dîtin, agahî dan tîmên tenduristiyê û polîsan. Li ser vê yekê gelek tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dema tîmên polêsan li cihê bûyerê lêkolîn dikirin, tîmên tenduristiyê tespît kirin ku Hamîde Degîrmencî jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Hamîde Degîrmenciyê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê ku sedema mirina wê bê diyarkirin.
Hat ragihandin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.