ÎZMÎR - Endama Meclîsa HDP’ê Arîfe Çinar, şevê din li Menemenê hat binçavkirin.
Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Arîfe Çinar, di saetên şevê de li navçeya Menemen a Îzmîrê hat binçavkirin. Polîsan, Çinar a xebatên hilbijartinê birêve dibir rawestandin û bi hinceta “biyara girtina wê heye” binçav kirin. Polîsan Çinar birin Şaxa TEM’ê ya Îzmîrê.