Endama Meclîsa HDP’ê Çinar hat binçavkirin 2018-06-20 10:17:30 ÎZMÎR -  Endama Meclîsa HDP’ê Arîfe Çinar, şevê din li Menemenê hat binçavkirin. Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Arîfe Çinar, di saetên şevê de li navçeya Menemen a Îzmîrê hat binçavkirin. Polîsan, Çinar a xebatên hilbijartinê birêve dibir rawestandin û bi hinceta “biyara girtina wê heye” binçav kirin.  Polîsan Çinar birin Şaxa TEM’ê ya Îzmîrê.