AGIRÎ - Solîsta Koma Rosîda Jiyan ku beşdarî mîtînga HDP’ê bû stran strî, ji ber gotina “Kurdistan” hat binçavkirin û piştre hat girtin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li navçeya Ponosê ya Agiriyê mîtîng pêk anî û bi deh hezaran kes beşdar bûbû. Di mîtîngê de Koma Rosîda konser da. Solîsta Koma Rosîda Jiyan ku derket ser dikê û stran strî, ji ber gotina “Kurdistan” hat binçavkirin û îro hat girtin. Duh Jiyan û pêşkêşvanê mîtîngê Alî Umran Daşkaya ji ber gotina "Şehîden demokrasiyê" hatibûn binçavkirin. Jiyan û Daşkaya ku iro sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê der barê Jiyan de bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" biryara girtinê da û şand girtîgehê. Der barê Daşkaya de jî bi şertê kontrola edlî serbest berda.
Hunermend Jiyan, şandin Girtigeha Tîpa L a Panosê.