Hunermend Jiyan ji ber gotina ‘Kurdistan’ hat girtin 2018-06-19 17:03:20 AGIRÎ - Solîsta Koma Rosîda Jiyan ku beşdarî mîtînga HDP’ê bû stran strî, ji ber gotina “Kurdistan” hat binçavkirin û piştre hat girtin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li navçeya Ponosê ya Agiriyê mîtîng pêk anî û bi deh hezaran kes beşdar bûbû. Di mîtîngê de Koma Rosîda konser da. Solîsta Koma Rosîda Jiyan ku derket ser dikê û stran strî, ji ber gotina “Kurdistan” hat binçavkirin û îro hat girtin. Duh Jiyan û pêşkêşvanê mîtîngê Alî Umran Daşkaya  ji ber gotina "Şehîden demokrasiyê" hatibûn binçavkirin. Jiyan û Daşkaya ku iro sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê der barê Jiyan de bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" biryara girtinê da û şand girtîgehê. Der barê Daşkaya de jî bi şertê kontrola edlî serbest berda.    Hunermend Jiyan, şandin Girtigeha Tîpa L a Panosê.