Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin

img

AMED - Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin û gotin ku divê li hemberî banga Abdullah Ocalan gav bên avêtin û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin. 

Pîrozbahiya Newroza Amedê bi coşeke mezin berdewam dike. Bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûne û peyama girtiyên siyasî hate xwendin. 
 
Peyama girtiyan ji hêla Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz ve hate xwendin. Peyama girtiyan wiha ye: 
 
“Silav ji bo bi milyonan kesên li Amedê kom bûne. Silav ji wan re yên ku li dijî Dehaqan çok natewandin, li hemberî zaliman serî netewandin, gelê me yê ku li hemberî bêmafiyan bêdeng nema. Silav ji wê îrade û qudretê re ya ku em kirine gelê Newrozê. Silav ji berxwedan, sekin û rêya Rêber Apo re. Em Newroza ku sembola herî xurt a berxwedan û hêviyê ye, pîroz dikin. Newroza we pîroz be.
 
Newroza Semayan, Viyanan, Ronahiyan, Zekiyeyan, Arînan, Gurbetelliyan, Binevşan, Veysiyan, Rahşanan, Zulkuf, Ûgur, Aynet û Çaran pîroz be. Em minetdarê wê ronahiyê ne ya ku li Amedê bi sê zilkên şiqartê belav bûyî û îro bûye meşaleya bi milyonan. Îro em li cihên cuda, lê bi heman hestê çîroka nû ya dîrokê pêşwazî dikin. Em hemû ruhê têkoşînê yê heman, parve dikin û heman êş û hêviyê dilgirin.
 
Gelê me yê hêja,
 
Em ji dil piştgiriyê didin banga Rêber Apo ya çareseriya dîrokî û civaka demokratîk. Ev bang, di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bingeh e û em ê bi gelê xwe re bi biryardarî parastina vê cesaret û îradeya aştiyê bidomînin.
 
Rêber Apo di Newroza 2013’an de dîsa li vê qadê got, ‘Yên ku ruhê demê fêm nekin, wê biçin sergoya dîrokê. Yên ku li ber herikîna avê li ber xwe bidin, wê ber bi valahiya bilindahiyê ve biçin’. Îro eger ruhê demê dibêje aştî, dibêje çareserî wê demê gelê Kurd ji vê re amade ye. Di siyaseta kûreyî de, hîn bêhtir polîtîkayên ewlekariyê, planên li ser esasê şer tên kirin. Di pêvajoyeke wiha de yê ku herî zêde fikriyeta aştiyê nîşan dayî, gavên vê yên pratîkî avêtî, bi berpirsyariya xwe pêşengtiya vê barê dîrokî yê mezin girtî ser xwe, Rêber Apo ye.
 
Banga Aştî û Civaka Demokratîk li vê xakê, li Kurdistanê, Mezopotamyayê, Anatoliyê, Çûkûrovayê, Egeyê, Marmarayê, Derya Spî, Rojava, Hewlêr, Rojhilat, li her devera ku dilê gelê Kurd lê dide deriyên biharê yê gelan vedike. Vê bangê zimanê bêdengkirî, xeyalên zincîrkirî û hêviyên binaxkirî ji nû ve şîn kir. Ev dem dema bindestan e, dema gelan e. Ev dem herî zêde dema Kurdan e. Ji bo bersiv ji vê bangê re bê dayin, divê gelê me sekna xwe ya bi biryar hîn xurt bike. Mecbûriyeteke ku şert û mercên Rêberê me di nav de ne tavilê bêne sererastkirin û tecrîd bê rakirin, ev yek pêwîstiyeke xwezayî ya herikîna jiyanê ye. Avdana darekê, afirandina şert û mercên şînbûnê ji bo wê darê bê çi wateyê, zemîna siyasî û hiqûqî ya vê pêvajoyê jî heman heqîqet e. Ev pêvajo bi afirandina rewşeke xumamî, bi belavkirina li pêvajoyê, bi hewldana tepisandina bi rêya zextê, bi çavtirsandina bi qeyûm û binçavkirinê nameşe. Ev rewş timî hatiye ceribandin û timî jî têk çûye. Ji ber vê yekê divê dest ji vê bê berdan û rêyên siyaseta demokratîk bêne vekirin. Roj roja xwedîderketina li nirxên civakî û rêbertî ye. Roja mezinkirina têkoşînê, meşa çareseriya mayinde ya bi rê û rêbazên nû ye. Newroza Amedê beyana îradeya ji bo aştî û çareseriyê ye. Weke girtiyên polîtîk ên azad em vê îradeyê silav dikin. Yên ku aştiya wan mezin be, destketiyên wan jî mezin e. Divê dewlet û desthilatdarî vê peyamê baş bixwîne. Bi vê bawerî, hişmendî, hest û hêviyê we hemûyan bi hurmet silav dikin. Hêvî dikin ku Newroza Azadiyê ya 2025'an bibe wesîleya saleke ji jiyaneke aştiyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê me."
 

Sernavên din

03/04/2025
12:11 Li Xelfetiyê coşa festîvalê zû dest pê kir
11:43 Meşa ciwanan di roja 3'yemîn de ye: 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn
11:15 Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû
10:05 20 meh cezayê qedxekirina 'hevdîtinê' li girtiyan hat birîn
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê
16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin
14:07 Ji malbatên 5 YBŞ'iyên hatin desteserkirin çalakî
13:49 Namet Erîpek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:43 Meşvanên Amarayê li Curnê Reş in
12:31 Pentagon: Dê li Rojhilata Navînê kapasîteya leşkerî bê zêdekirin
12:25 Bilançoya şer a meha Adarê: 11 hezar û 585 êriş pêk hatin
10:42 Ciwanên enternasyonal: Ocalan dê pêşengiya şoreşgerên cîhanê bike
09:58 Rêveberê DBP'î Mehmet Gîdîcî jiyana xwe ji dest da
09:14 Li Sêwazê qeza: 2 kes mirin, 18 kes birîndar bûn
09:03 Ji bo rojbûna Abdullah Ocalan bang: Werin em bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2025'AN
01/04/2025
16:23 Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan hate avakirin
16:05 HRW’ê bal kişand ser rewşa girtiyên jin
15:47 Rapora binpêkirinên li Efrînê: Revandin, kuştin, îşkence
15:45 ‘Divê cezayê darvekirinê yê Werîşê Mûradî tavilê bê betalkirin’
14:08 Hejmara 3’yemîn a kovara Îslama Demokratîk derket
13:29 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva banga dîrokî bicive
13:03 Li Amarayê banga 4’ê Nîsanê: Divê em hevgirtinê xurtir bikin
12:23 Rejîma Îranê welatiyekî Kurd qetil kir
12:14 DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê pîroz kir
11:47 Bahçelî gef li CHP û medyayê xwar
11:45 Meşa ‘Azadiyê’ ya ji Amedê ber bi Amarayê ve dest pê kir
11:35 Îsraîlê êrişî Beyrûdê kir
11:31 UNICEF: Di 10 rojan de li Xezeyê 322 zarok hatin qetilkirin
11:18 Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Pirsgirêka demokrasiyê ya li Wanê îro li Stenbolê tê jiyîn
09:19 Saliha Aydenîz: Yekitiya Kurdan ji bo demokratîkbûna herêmê jî girîng e
09:01 Welatiyên Cizîrê ji ber krîza aborî bi bertek in: Ev zilm e
09:00 Xelkê Amedê: Heta Ocalan azad nebe aştî çênabe
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2025'AN
31/03/2025
19:45 Ji Abdullah Ocalan peyam: Xwedîderketina li bangê silav dikim
17:28 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
17:06 Di êrişên li dijî Xezeyê de 50 hezar û 375 kes hatin qetilkirin
16:49 KNK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:38 Li Myanmarê hejmara kesên di erdhejê de mirîn derket 2 hezar û 56 kesan
16:16 Li Qada Şêx Seîd cejna gel hate pîrozkirin
16:15 Guler Bîlen a piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:11 DEM Partî û AKP’ê cejna hev pîroz kirin
14:34 Li DEM Partiyê pîrozkirina cejnê: Têkoşîna demokrasiyê di qonaxeke girîng de ye
13:51 Li Amedê jinek hate qetilkirin
12:32 DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Em dikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
11:45 PÎK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî
11:33 Hamaney ji DYA’yê re got: Em ê bersivê bidin
11:08 Ji Bahçelî daxuyaniyeke nû
09:12 Newroza 2025’an: Peyam zelal bû; demokratîkbûn
09:08 Bi telîmata ser telefonê bi ser malan de hatiye girtin
09:06 Bihayê amûrên medîkal ên ji bo astengdaran zêde dibin
09:06 Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin
09:04 Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin
09:03 Bi ser banga dîrokî re mehek derbas bû: Divê li Meclisê komîsyona çareseriyê bê avakirin
09:01 Parastvanên mafên mirovan: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN
30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir