ÊLIH - Şaredariya Êlihê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, 12 neguhêzbar da ber firotinê.
Di 4’ê Mijdara 2024’an de li Şaredariya Êlihê ya di destê DEM Partiyê de bû, qeyûm hate tayînkirin.
Qeyûm Ekrem Canalp ku waliyê bajare jî, 12 neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê. Ji van neguhêzbaran (erse) 6 jê li Taxa Huzurê û 6 jî li Taxa Guneykentê ne. Hat zanîn ku îhaleya van neguhêzbaran dê di 17-21’ê Nîsanê de bê kirin.
Bihayê van neguhêzbarên behsa xeberê bi giştî 134 milyon û 631 hezar û 257 TL hatiye destnîşankirin. Hat zanîn ku dê îhale li şaredariyê bê kirin.