MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civîna gel a “Aştî Civaka Demokratîk” ya li Nisêbînê de axivî û got: “Divê êdî Meclis gav biavêje.”
Civînên gel ên ji bo civakîkirina banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine destpêkirin, berdewam in.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tev li civînê bûn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî tev li civînê bû.
‘OCALAN RÊYA ÇARESERIYÊ NÎŞAN DA’
Keskîn Bayindir, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên daxwaza aştî, azadî û wekheviyê dikin e û wiha got: “Perspektîfa çareseriyê ye. Banga birêz Ocalan tenê berpirsyartiyê naxe ser milê Kurdan. Berpirsyartiyê dixe ser milê her kesî. Birêz Ocalan, dixwaze ku pirsgirêk ji mirinan, ji pevçûn û şer derkeve û li ser zemîneke polîtîk, siyasî û hiqûqî çareser bike. Bi hezaran Elewî niha li Sûriyeyê bi destê îktîdarê tên qetilkirin. Ji Filistînê heta xaka me her der veguheriye gola xwînê. Birêz Ocalan dixwaze van bi dawî bike. Rêya çareseriyê nîşan dide.”
'BANGA SEDSALÊ YE’
Bi domdarî Keskîn Bayindir anî ziman ku divê ew vê bangê ji gel re vebêjin û wiha pê de çû: “Divê em gelê xwe li dora vê bangê bicivînin û birêxistin bikin. Ev, banga sedsalê ye. Temamiya vê bangê li ser zemîna aştî, azadî û wekheviyê hatiye avakirin. Ji bo mirovahiyê û gelê Kurd bangekî girîng e. Divê em vê firsendê ji dest nedin. Çi ji destê me were divê em ji bo vegotina vê bangê bikin û kesên dûr dimînin jî li dora vê bangê bicivînin. Zimanê me dê bibe zimanê aştiyê û em ê li her derê qala aştiyê bikin.”
'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
Bayindir, anî ziman ku ji bo pêdiviyên banga Abdullah Ocalan bên cîbicîkirin hewceye Abdullah Ocalan azad bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Bi hezaran rêhevalên me girtî ne. Ji bo berdana wan divê gavên qanûnî bên avÊtin û amadekariyên qanûnî bên kirin. Hewceye îktîdar ji hêla qanûnî ve tişta dikeve ser milê xwe bike. Birêz Ocalan balê dikişîne ser Meclisê. Heta niha jî Meclisê berpirsyartiya xwe bicih ne aniye. Tiştên ku divê ji vê saetê şûnde bike hene. Ji 27’ê Sibatê ve êdî dema axaftin3e bi dawî bûye. Dem dema gavavêtinê ye. Divê Meclis êdî gavan biavêje.”