Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike

img

ENQERE – Endamê Meclisa Kedê ya HDK’ê Yilmaz Yildirimci diyar kir ku polîtîkayên şer û neçareseriyê civakan xîzan dikin û şer 3 trîlyon û 865 mîlyor û 358 mîlyon dolar zirar daye aboriya welat.

Endamê Meclisa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Yilmaz Yildirimci têkildarî lêçûnên aborî ya polîtîkayên şer axivî. Yardimci rapora Enstîtûya Peşveçûna Demokratîk ya têkildarî maliyeta şerê ku 40 sal in li Tirkiyeyê diqewime bibîrxist û destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şer di 40 salan de aboriya Tirkiyeyê 3 trîlyon û 865 mîlyor û 358 mîlyon dolar zirar kiriye û lêçûna şer jî wek barekê li ser pişta kedkaran e.
 
‘ŞER JIYANA CIVAKÎ RIZAND’
 
Yildirimci anî ziman ku ji ber şer jiyana civakî dirizê, aborî têk diçe û wiha got: “Di heman demê de ji ber şer  dengeya ekolojîk xirab bû. Ji xeynî van, ji ber polîtîkayên cudaxwaz nîjadperest û şovenîst anîn li hemberî civakê. Li Tirkiyeyê bûdçeya bingehîn jî di nav de (ji perwerdeyê heta tenduristiyê) hemû li gorî bûdçeya şer hatin dîzaynkirin. Feydeya şer ji tu çîna kedkar re nîn e. Şer hem li welat û hem jî li cîhanê li ser pişta kedkaran dibe bar û jiyana wan serobino dike. Ji bo kesên xîzan û kedkar dibe wek bar û civak her ku diçe xîzantir dibe.”
 
‘JIN Û ZAROK DIMIRIN’
 
Yildirimci da zanîn ku di şerê heyî de bi hezaran însanan jiyana xwe ji dest dan û wiha pê de çû: “Li Filistin, Îsraîl û Rojava mêze bikin. Her wiha li herêma me 40 sal in şerek heye. Herî zêde jin, zarok û kedkar hatin qetilkirin. Nirx, çiya û deştên me hatin wêrankirin. Ji bo derxistina madenan erdnîgariya me kun bi kun kirin. Kesên xwedan sermaye ji bo bêhtir kar bikin şer  dixwazin û ji bo şer pêwîstî bi çekan heye û ji bo çek bifiroşin û bêhtir qezenc bikin hewl didin. Dema mirov mêze dike dibîne ki li Tirkiyeyê di pêvajoya pevçûnan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘3 MÎLYON KES KOÇBER BÛN’ 
 
Yildirimci diyar kir ku di encama pevçûnan de 4 hezar gund hatine şewitandin û valakirin, 3 milyon kes neçarî koçberiyê hatine hiştin û got, “Bi giştî aboriya herêmê têk çûye. Kurdistan wek herêma şer her tim ji herêmên din xizantir e. Divê çek bên bêdengkirin. Lê ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk were tenê rawestandina dengê çekan têrê nake. Li Tirkiyeyê di sala 2025’an de ji bo sanayiya parastinê 1 trîlyon û 950 mîlyon TL hatiye destnîşankirin. Li gorî sala par ji sedî 50 zêde bûye. Li welat ji sedî 50’ê welatiyan ji meaşê herî kêm dixebitin. Yanê nîvê welat di binê sînorê birçîbûnê de jiyana xwe didomînin. Ev jî nîşan dide ku aştiya civakî bi rengî ne mimkun e pêk were. Ji bo aştiya civakî bêguman divê pevçûn rawestin, mirov nemirin lê  tenê ev jî têrê nake. Li Tirkiyeyê ji bo xîzanî ji holê rabe divê pergaleke baç ya bi edalet hebe û dahatû wekhev bin. Dema em behsa têkiliya navber şer û kedê dikin balê dikişînin ser vê mijarê.”
 
KAMPANYAYA HDK’Ê
 
Yildirimci bibîrxist ku wek HDK kampanyaya ‘Ji bo Aştiyê Milyonek Îmze’ dane destpêkirin û dema diçin hevdîtinên gel, welatî ji wan re dibêjin dixwazin îmze bikin lê birçî ne, nikarin nan bikirin, nikarin zarokên xwe bidin xwendin û ji bo van mijaran jî çareseriyê dixwazin. Yildirimci wek çareserî jî got ku li welat pereyên ku ji bo sanayiya parastinê tên xerckirin divê ji bo kedkar û xîzanan bên xerckirin û w^edemê li vî welatî xîzanî namîne.
 
‘AŞTÎ MIROV BI KELECANÎ DIKE’
 
Yildirimci da zanîn ku di vê pêvajoyê de peyva aştî mirov  bi kelecan dike û wiha axivî: “Bi birêz Ocalan re hevdîtin dewam dikin. Encam dê çi bibe em nizanin lê encam çi dibe bila bibe, pevya aştiyê jî mirov bi kelecanî dike. Divê projeyên ji bo aştiya civakî bikevin meriyetê û daxwazeke me ya bi vî rengî heye. Li hemberî şerê ku me xîzan dike û di binê sînorê birçîbûnê de dihêle divê rêxistinên demokratîk, rêxistinên ked û pîşeyî, partiyên siyasî ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê em bi hemû hêza xwe bixebitin. Ger aştî pêk were dê hemû civak qezenc bike.  Di aştiyê de kes zirar nake.”
 
MA / Omer Gungor
 

Sernavên din

05/02/2025
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin