Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû

img

SEMSÛR – Her çend 2 sal ji erdheja li Semsûrê re derbas bû, ne hilweşandin û ne jî karên avakirinê qediya. Li gorî saziyên civakî li herêma erdhejê bikaranîna tiryakê, fihûş û tundî zêde dibin. 

Di 6’ê sibata 2023’an de li Mereşê du erdhejên mezin pêk hatin û 2 sal derbas bûn lê li 11 bajarên ku erdhejê bandor lê kiribû pirsgirêk dewam dikin. Yek jî bajarê ku erdhejê bandor lê kir Semsûr bû û li bajar hezar û 285 bîna hilweşiyan, derdora 68 hezar avahî zirar dîtin. Li gorî daneyên fermî li Semsûrê 8 hezar û 287 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê tê texmînkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji  dest dane ji daneyên fermî zêdetir in.
 
Piştî erdhejê dest bi hilweşandina avahiyên ku xisara mezin dîtine kirin. Hemû taxên bajar veguherîn şantiyeyên înşaatê. Pêvajoya dadgehê ya 3 hezar û 966 avahiyan temam bû û 566 avahî hatin hilweşandin. 2 sal li ser erdhejê re derbas bûye lê hê jî li gelek kolanan makîneyên vînç û kamyon hene. Ji ber hilweşandina avahiyan gelek caran bajar di bin dûmana axê de dimîne û ev jî zirarê dide tenduristiya welatiyan. Tê gotin ku li bajar 31 hezar û 406 avahî hatine teslîmkirin û çêkirina avahiyên din jî didomin.
 
MERASÎMA BÎRANÎNÊ 
 
Salvgere 2’emîn a erdhejê nêz dibe û li bajar bernameya bîranînê hat amadekirin. Dê 5’ê sibatê de goristan bên ziyaretkirin û kesên jiyana xwe ji dest dane bên bibîranîn. Her wiha dê di 6’ê sibatê de saeta erdhejê pêk hatibû meşeke meşaleyî were lidarxistin.
 
‘PERGALEKE BAZIRGANIYÊ HEYE’
 
Nûnerê Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB’a Semsûrê Tuncay Kaya têkildarî hilweşîn û çêkirina avahiya axivî û da zanîn ku 2 sal in hilweşîn li gorî usulê nayên kirin û wiha axivî: “Pêdivî ye ku avahiyek dema hilweşandinê ji jor ve were hilweşandin. Lêbelê, ev ne hate kirin. Karên binesaziyê berdewam dikin. Pirsgirêka herî mezin toza axê ye. Me ji erdhejê ders dernexistin. Rêziknameya erdhejê di sala 2023’an de di binê kavilên erdhejê ma. Berî ku xaniyên hatine avakirin divê ev rêzikname were guheztin. Ev nehat kirin. Pergala kontrolkirinê ne bes e. Ev hewl dide vê yekê bi navgîniya avahiyên avahiyê bike, lê kontrola avahiyê bixwe di pirsgirêkan de ye. Mixabin, pergaleke kontrolkirniê nîn e û bêhtir girîngiyê dide aliyê bazirganiyê.”
 
PIRSGIRÊKÊN PERWERDEHIYÊ
 
Erdehejê bandoreke mezin li pergala perwerdehiyê kir. Li Semsûrê di erdhejê de 14 dibistan hilweşiyan, di 63 dibistanan de xisara mezin û di 41 dibistanan de jî xisara navîn hebû. Di 2 salan de 54 dibistan hatin çêkirin û çêkirina 38 dibistanan jî dewam dike. Serokê Şaxa Egîtîm Sen’a Semsûrê  Zeynal Polat diyar kir ku dema felaket pêk tên girîngî ji bo perwerdehiyê nayê dayîn û wiha got: “Beriya erdhejê li Semsûrê 801 dibistan hebûn, 8 dibistanên ku zirar dîtibûn hatin bihêzkirin û li 11 dibistanan xebatên bihêzkirinê dewam dikin. Li qada toplu konutê 4-5 hezar kes dijîn lê li wir dibistan hêj nehatiye çêkirin. Zarokên vê herêmê diçin dibistanên kevn û pirsgirêka veguhestinê heye. Li taxên konteynirê perwerdehî  di konteyniran de dewam dike. Hem mamosteyan û hem jî xwendevanan psîkolojiya erdhejê li ser xwe neavêtin. Her wiha li herêma erdehejê zarokên penaber bi pirsgirêkên girantir re rûbirû dimînin.”
 
‘HEWLDANÊN XWEKUŞTINÊ ZÊDETIR BÛN’
 
Di qada tenduristiyê de jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Ji ber hilweşandin û çêkirina avahiyan 2 sal in toza axê zirarê dide tenduristiya welatiyan. Hevserokê Şaxa SES a Semsûrê Îbrahîm Halîl Aydin anî ziman ku toz tendustiya welatiyan têk dibe û wiha got: “Hejmara kesên ku ji ber erdehejê jiyana xwe ji dest dane hatin aşkerakirin lê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest  dane ji hejmara ku hatiye aşkerakirin zêdetir e. Travmaya însanan girantir bû, 2 sal ser erdhejê re derbas bû lê travma dewam dike. Di van rojên dawî de întîxar zêde bûne. Hejmarên xwekuştinê yên teqez nayên parvekirin lê li gorî daneyên me di salekê 187 kesan hewl daye xwe bikuje. Ji van hewldanan çend heb bi mirinê encam bû em nizanin. Lê ger hewldan evqas mezin bin, li gorî wê mirin jî ewqas zêde ne. Heta şopa erdehejê hebe dê travma dewam bikin. Pirsgirêkên derûnî yên însanan hene. Rayedarên dewletê gotin ku dê di salekê de bajar ava bikin, 2 sal derbas bûn hê jî pirsgirêka avahî heye. Bajarên konteynir wek kampên penaberan e. Bêyî mahremiyetê li ber çavan bigirin konteynir ava kirine. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên civakî.”
 
Îbrahîm Halîl Aydin da zanîn ku li herêma erdhejê bikaranîna tiryakê, fihûş û tundî zêde dibin û wiha axivî: “Ev pirsgirêkeke mezin e lê li ber çavan nayê girtin. Di pêvajoya Kovîd-19’ê de cîlaya pergala tenduristiyê têk çû û di binê erdhejê de ma. Divê li Semsûrê pergala tenduristiyê bi awayekî lezgîn were avakirin. Piştî erdhejê Semsûr bû wek bajarê astengdaran lê polîklînîkên tedawiya fîzîkî wek kapasîteya beriya erdhejê ne. Divê bi lezgînî navendên tedawiya fîzîkî bên vekirin.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

05/02/2025
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin