Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitînga li Esenyurtê de bal kişand ser peyamên Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan gavê avêt. Lê hikûmet û dewletê gav neavêtiye. Divê di serî de tecrîdê rakin.” 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di hevdîtinên dawî de, “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar dixe. Di çarçoveya xebatê de li Qada Esenyurtê ya Stenbolê bi dirûşma “ji bo azadiyê ked, edalet û aştî” mitîng li dar xist. Xelkê bajar ji bo mitîngê ji saetên serê sibehê ve derket rê. 
 
Li qada mitîngê pankarta “Ji bo azadiyê ked, edalet û aştî” hat daliqandin. Heverdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî tev li mitîngê bûn. 
 
‘TÊKOŞÎNA ME JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ Û AZADIYÊ YE’
 
Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, bi Kurdî, Tirkî û Erebî girse silav kir. Tulay Hatîmogûllari, wiha got: “Îro em bi gelê Esenyûrtê û Kurdên ji Kurdistanê koçber bûne û hatine vir bi were ji bo aştiye hatin cem hev. Em ji bo aştiyê, ji bo daxwazên xwe yên azadiyê hatin vir. Îro ji bo em li vir kom nebin, çi jii destê wan hat, kirin. Li pêşiya gel barîkat ava kirin. Yên barîkat ava kirin, li dijî aştiyê barîkat danînin. Lê me ev barîkat ji mêj ve hilweşandiye. Em ji bo nan, edalet, azadî û aştiyê hatine vir. Bi salan e têkoşîna me ji bo vê yekê ye. Ez li vir careke din kesên ji bo vê têkoşînê şehîd bûne bi minnet bibîr tînim. Dîsa rêhevalên xwe yên ji bo vê têkoşînê dîl hatine girtin silav dikim. Ev têkoşîna me ji bo hilweşîna dîwara girtîgehan e. Ev têkoşîna me li dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Ev têkoşina me ji bo azadiya Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û bi deh hezaran girtiyan e. Ev têkoşîna me ji bo rawestandina kuştinan e. Ji bo rawestandina şer e. Ji bo em şerê li Kurdistanê, Sûriye, Filistîn û hemû Rojhilata Navîn rawestînin em têdikoşin. Îro dixwazin statuya li Rojava pêş dikeve asteng bikin. Em careke din dibêjin destê xwe ji Sûriyeyê bikişînin. Em dibêjin bila gelê Sûriyeyê ku ji Elewî, Kurd, Suryan û hemû pêkhatiyan pêk tên bi hevre biryara reveberiya xwe bidin. Bila bi hevre xwe bi rêve bibin.”
 
‘DESTÊ XWE LI SER GELÊ ROJAVA BIKIŞÎNIN’
 
Bi domdçarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Destê xwe ji ser gelê Rojava bikişînin. Gelê kurd li Rojava Rêveberiya Xweser ava kiriye. Bi vê model ji bo hemû Rojhilata Navîn peymana civakî pêş xistiye û ev bûye mînak. Hemû bawerî û gelên li Rojava xwe di vê rêveberiyê de dibînin. Jinên ku vîna wan têne tunekirin, bi pergala Hevserokatiyê xwe dibînin û tev li siyasetê dibin. Êrişa SMO’yê ya li dijî Bendava Tişrînê û kesen li ser bendavê nobetê digirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji bo Sûriyeyek demokratîk pêdivî bi destûrek bingehîn a Sûriyeyê heye. Ji ber vê yekê destê xwe ji Sûriyeyê bikişînin. Em ji vir silavên xwe ji têkoşerên li Rojava re dişînin.”
 
‘SEDEMA KRÎZA ABORÎ ŞER E’
 
Tulay Hatîmogullari, anî ziman ku ji ber şer heye, li welat qeyrana aborî pir kûr bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bajarê herî biha Stenbol e. Jiyan li Stenbolê pir zor e. Bi taybetî ez bang li kedkar û karkerên Stenbolê û tirk dikim. Li atolyeyên tekstîlê bê ewle û bi heqê herî kêm kar dikin. Çîna karkeran wekî Kurd û Tirk ji hev cuda nakin. Bêyî wan cuda bikin keda wan dixwin. Dema karker li mafê xwe yê girevê dipirsin wekî ‘teror’ têne pênasekirin. Naxwazin karkerên Tirk û Kurd bên cem hev. Divê em hemû karker û kedkarên Kurd û Tirk li dijî vê yekê bibêjin ‘Bijî yekitiya gelan’.”
 
‘BIRÊZ OCALAN GAV AVÊT, ÎCAR DORA HIKÛMET Û DEWLETÊ YE’
 
Tulay Hatîmogullari, bi domdarî bal kişand ser peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Hûn hevdîtinên li Îmraliyê pir mereq dikin. Hemû gel mereq dike. Di serî de ez vê bibêjim, tenturistiya birêz Ocalan gelek baş e. Min silavên birêz Abdullah Ocalan ji were anîn. Peyama birêz Abdullah Ocalan a ji bo we ev e. Dibêje; ‘Em çiqas Tirkiyeyê demokratîk bikin, dê pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe.’ Ji bo aştiya civakî, ne tenê îktîdar û DEM Partî, divê hemû partiyên li Tirkiyeyê, hemû rêxistin û saziyên li Tirkiyeyê û hemû beşên civakê bibin parçeyekî vê pêvajoyê. Divê hemû bi hevre vê pêvajoyê bi rêve bibin. Ji her demê bêtir pêdiviya me bi aştiyê heye. Tirkiye di serdemek pir tarî re derbas dibe. Li aliyekî şer heye. Li aliyê din qeyûm tayîn dikin. Niha birêz Ahmet Ozer ku bi vîna gel hat hilbijartin, niha girtî ye. Li şûna wî qeyûm tayîn kirin. Vîna gel desteser dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Li aliyeki dibêjin aştî, li qeyûm tayîn dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Di destekî de dar û di destê din jî gizer aştiyê pêş nake. Gelê Kurd aştiyê dixwaze. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê aştiyê dixwazin. Lê bi qeyûm û barîkatan aştî pêş nakeve. Em vê yekê qebûl nakin. Bi girtina rojnamegeran, bi kuştina rojnamegeran, bi bombekirina SÎHA û ÎHA ya li dijî Rojava aştî pêk nayê. Em ê bi têkoşîna hevpar aştiyê pêş bixin. Abdullah Ocalan dibêje çiqas demokratîk bibe, dê pirsgirêk ewqas çareser bibe. Abdullah Ocalan dibêje ‘Pêwist e em li Enqere, Amed û Stenbolê aştiyê biaxivin.’ Abdullah Ocalan gav avêt. Lê hikûmet û dewletê gav neavêtiye. Divê di serî de tecrîdê rakin.”
 
‘AŞTÎ NE TESLIMYET, ÇARESERÎ YE’
 
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş jî gel silav kir û wiha got: “Birez Abdullah Ocalan ji bo aştiyê û ji bo gelê Kurd û tirk bi hevre bijîn têdikoşe. Heta deriyê Îmraliye girtî be dê aştî zor be. Ji bo aştî pêk bê, em dixwazin deriyê Îmraliyê vekin. Birêz Abdullah Ocalan ji 1993’yan heta niha ji bo aştiyê têdikoş e. Kesê ku bang li birêz Abdullah Ocalan dike û jê dixwaze li Meclisê biaxive, divê berî her tiştî deriyê Îmraliyê bişkîne. Em li vir hezar silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Aştî barîkatan nas nake. Em ê van barîkatan derbas bikin. Aştî ne teslîmîyet e. Aştî çareserî ye. Em dixwazin gelê Kurd, Tirk, Çerkes û hemû gelên din bi hevre û azad bijîn. Şer wekî çekê bikar tînin. Lê em êdî naxwazin li ser vê axê mirin zêde bibe. Em êdî naxwazin li ser vê axê dayik bigirin.”
 
 
 
 

Sernavên din

16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin