Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn

img

RIHA - Hevserokê Meclisa Civaka Ermen a Hesekê Îmad Teteryan diyar kir ku ew di nava Rêveberiya Xweser de bi nasnameya xwe hene û wiha got: “Em berhemên neteweya demokratîk yekser dijîn. Lewma weke gelê Ermen banga me ew e ku ev komkujî di zûtirin demê de bên sekinandin.”   

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrişên ser rêveberiya xweser, rê li ber bertekên pêkhateyên cuda yên herêmî jî vedikin.   
 
 
Hevserokê Meclsa Civaka Ermenan a Hesekê Îmad Teteryan têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter axivî.  
 
NASNAMEYÊN CUDA JI XWE RE QADA JIYANÊ DÎTIN 
 
Îmad Teteryan, anî ziman ku bawerî û nasnameyên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re dijîn û wiha got: “Em yekser berhemên neteweya demokratîk dijîn. Lê belê hatina HTŞ’ê di nava baweriyên cuda de rê li ber tirsê vekir. Li Qalamûna ku di bin kontrola HTŞ’ê de ye tu gelên Ermen, Xiristiyan, Suryan û Asur neman. Bi taybet jî li dijî Elewiyan êriş hene. Em dibin şahidê van êrişan. Weke Ermen, Suryan, Asur û gelên din em amade ne li vir parastina xwe bikin. Lê dîsa jî tirs heye. Komên HTŞ’ê yên tên vê derê ji xwe re dibêjin ‘hêza Sûriyeya azad’ lê belê tevek jî komên girêdayî DAŞ û El Nusrayê ne. Em bûn şahid ku li Şamê ji gelên din re dibêjin bibin misilman û tev li DAIŞ’ê bibin.” 
 
‘ERMEN GIRÊDAYÎ HSD’Ê NE’
 
Teteryan, destnîşan kir ku xelkê Ermen bi awayekî xurt tev li HSD’ê bûye û ev tişt anî ziman: “Sedema vê jî pergala neteweya demokratîk e. Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha Ermen û gel û baweriyên cuda li Rêveberiya Xweser azad dijîn. Rojên xwe yên taybet û olî bi azadî dijîn. Divê dewleteke ji xwe re dibêje demokratîk, hemû gelan di nava xwe de bihewîne. Dewleteke bi vê îdiayê divê piştgiriyê bide HSD’ê. Ji ber ku HSD hemû gelan diparêze. Em pir bi rehetî di nava pergala neteweya demokratîk de cih digirin. Weke xelkê Ermen em çanda û zimanê xwe dijîn. Sazî û dezgehên me hene. Weke mînak li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Dirbesîye û Til Temirê Saziyên Jinên Ermen hatin vekirin. Daxwaza me ew e ku hikûmeteke Sûriyeyê ya tenê girêdayî navendekî û olekê esas digire neyê avakirin. Banga me ji bo dewletên din e, heke bixwazin reng û nasnameyên din bi hev re bijîn bila piştgiriyê bidin HSD’ê. Heke HTŞ bixwaze li Sûriyeyê xwe weke hêzekê bibîne, wê demê divê bi perspektîfa çareseriyê bi HSD’ê re bicive. Li vir her kes Sûriyeyeke nû û azad dixwaze.” 
 
RÊVEBERÎ JI NASNAMEYÊN CUDA PÊK TÊ  
 
Teteryan, bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Ji bo Sûriye bibe yek, divê hemû alî bên parastin. HSD tenê ji Kurdan pêk nayê. Ji nasnameyên cuda pêk tê. Anku hemû nasname û bawerî bêyî ferq û cudahî tê de cih digirin. Hemû gel û nasnameyan di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe girtine. Ne tenê ji Ereb û Kurdan, ji hemû xelkên qedûm ên vê xakê pêk tê. 
 
BILA DESTÊN XWE BIKIŞÎNIN
 
Li rexekî ser Rêveberiya Xweser êriş hene li rexa din jî ser Elewiyan. Em temamiya van êrişan şermezar dikin. Divê Kurdên li her çar parçeyan dijîn li dijî van êrişan dengê xwe bikin. Ji bo sekinandina van êriş û komkujiyan em bang dikin. Heke êrişeke dagirkeriyê ya mezin li ser Rêveberiya Xweser çêbibe, dê gelên Ermen, Suryan, Asur û hwd rastî komkujiyên mezin bên. Heke HTŞ xwe weke hêza Sûriyeya azad bibîne, wê demê bila xwe ji Tirkiyeyê xelas bike. Tirkiye dixwaz Sûriyeyê di nava lepên xwe de bibire. Me Komkujiya Ermenan ji bîr nekiriye. Lewma gelê Ermen banga pêşîlêgirtina van komkujiyan dike. Li vir gel bûye yek. Bila destên xwe ji vir bikişînin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

05/02/2025
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin