Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin

  • jin
  • 14:20 18 Çile 2025
  • |

RIHA - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê di forûma ku li Rihayê bi dirûşmeya “Em şoreşa jinên Rojava silav dikin” de axivî û diyar kir ku divê Şoreşa Jinê ya Rojavayê bê parastin û got: “Mîmarê vê şoreşê birêz Ocalan e." 

Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Pirsûsa Rihayê bi dirûşma “Em şoreşa jinên Rojava silav dikin” forumek hate lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamenter Newroz Uysal Aslan, Ceylan Akça Cupolo, Zeynep Oduncu, Dîlan Kunt Ayan, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Amed û Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Riha û Amedê, Meclisa Dayikên Aştiyê yên Riha, Amed û Dîlokê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) û gelek jin tevlî bûn. Li salona ku forum lê hat lidarxistin pankarta "Em şoreşa jinên Rojava diparêzin" hate daliqandin, beriya bername dest pê bike jinan govend gerandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. 
 
Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû axivî û bal kişand ser girîngiya forûmê. Piştre fîlmê “Gundê Jinan Jinwar” hat nîşandan. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê diyar kir ku bi êrişên li ser Rojava şoreşa jinê hedef hat girtin û got: "Serokkomar di pêvajoya Kobanê de got 'Koban ket û wê bikeve'. Lê belê Kobanê neket û nakeve. Divê were zanîn ku şoreşa jinê ya Rojava bi çi bedelê hat dayîn, gelên Rojava bi keda xwe bûne yek. Mîmarê vê şoreşê birêz Ocalan bi xwe ye. Birêz Ocalan di paradîgmaya ku pêşkêş kir de vê yekê nîşan dide ku pirsgirêka jinê çawa bê çareserkirin."
 
'ŞOREŞA ROJAVAYÊ XWEPARASTINA JINÊ YE'
 
Halîde Turkoglûyê bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: "Tirkiye ji aloziya Sûriyeyê sûdê werdigire û êrişî Rojava dike. Kurd çawa di sala 2014'an de Rojava parast û îro jî wê parastina Rojava bikin. Êrişên li dijî Rojava êrişa li dijî hêviya aştiyê ye. Şoreşa jinê ya li Rojava nîşan dide ku her cure cudahî dê bi hev re bên jiyîn. Peymana Civakî ya ku bi tecrubeyên jinan hatiye afirandin temînata jinê ye." 
 
PARASTINA ROJAVAYÊ
 
Halîde Turkoglûyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şoreşa jinê ji bo me modeleke ku hemû cudahî bi hev re bijîn. Heta ku ev sîstem bijî, em ê ji vir û pê ve jî parastina wê bikin. Em ê hewl bidin modela xwe biparêzin. Li dijî netew-dewletan wê her yek ji me nîşan bide ku çima divê Rojava were parastin." 
 
Forum bi pirs û bersivan berdewam kir.
 

Sernavên din

10:03 Rojnameger Koyluoglû: Du kes nahêlin hikûmeta nû were avakirin
09:37 Jina filistînî gihişt pitika xwe ya ‘dîl’ hatibû girtin
09:23 Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe
09:22 Raphaëlle Primet: Di çareserkirina meseleya Kurd de Ocalan kesayeteke bêhempa ye
09:17 Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
09:03 Iraqê guherîna di ‘Qanûna statûya şexsî’ de erê kir
09:02 Xizmên windayan ji bo gengeşeyên meseleya kurd çi dibêjin?
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protetsokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene