NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê îro biçe Girava Îmraliyê.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28’ê Kanûna 2024’an de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin pêk dihat, piştî hevdîtina li Îmraliyê bi partiyên siyasî yên li Meclisê, siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kirin.
Hat zanîn ku şandeya Îmraliyê ji bo cara duyemîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike dê îro biçe Girava Îmraliyê. Nehat zanîn bê ka kî di şandeyê de cih digire.