MÊRSÎN - Kerem Budak ku 2 caran tehliyeya wî hatibû astengkirin, hate tehliyekirin.
Kerem Budak ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonê dihat ragirtin, hate tehliyekirin. Budak, di sala 2012’an de hate binçavkirin û bi îdiaya “Endam û rêveberiya rêxistinê” hate girtin. 12 sal û 8 meh cezayê hefsê dan Budak. Budak tevî ku dema înfazê temam kiribû jî 2 caran berdana wî hate astengkirin. Budak, duh bi şev hate berdan.