ENQERE - BES-AR’ê daneyên birçîtî û xizaniyê yên meha Kanûnê eşkere kir. Serokê Giştî yê BES’ê Ozer Avanaş got ku dê mûçeyê kêmtirîn di sala 2025’an de di bin sînorê birçîtiyê de be.
Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR), daneyên birçîtî û xizaniyê yên meha Kanûnê eşkere kir. Li gorî daneyên BES-AR’ê, sînorê birçîtiyê 30 hezar û 475 TL, sînorê xizaniyê jî derket 79 hezar û 948 TL’an. Her wiha lêçûnên kesekî dixebite jî weke 40 hezar û 626 TL hate hesabkirin.
Serokê Giştî yê BES’ê Ozer Avanaş jî got ku kesekê 17 hezar û 2 TL mûçeyê kêmtirîn digire tenê dikare zikê xwe têr bike. Avanaş, da zanîn ku mûçeyê kêmtirîn dê di sala 2025’an de di bin sînorê birçîtiyê de be.