Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê

  • rojane
  • 13:59 2 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Şandeyeke navneteweyî ya ji rojnameger û siyasetmedaran pêk tê, çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê. Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha got: “Piştgirîdayina birêz Ocalan, tê wateya daxwazkirina çareseriya demokratîk a Rojhilata Navîn e.” 

Şandeyeke navneteweyî ku ji rojnameger, parlamener û nûnerên partiyên siyasî pêk tê, çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Şande, ji hêla parêzerên Buroyê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Rezan Sarica ve hate pêşwazîkirin. 
 
TECRÎD DIDOME
 
Parêzer Îbrahîm Bîlmez di serdanê de axivî û got ku Abdullah Ocalan di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û bal kişand ser girîngiya piştevanî û serdana şandeyê. Bîlmez, wiha got: “Birêz Ocalan hikûmxwarekî jirêzê nîne, di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e. Lê birêz Ocalan xwedî mafên hikûmxwaran jî nîne. Bi salan bû agahî ji birêz Ocalan nedihatin girtin û di 23’yê cotmehê de parlamenterê DEM Partiyê û birazayê birêz Ocalan, Omer Ocalan çû serdana Îmraliyê û hevdîtin kir. Ev hevdîtin nayê wateya rabûna tecrîdê. Tecrîd didome. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê cotmehê de li Meclisê silav da DEM Partiyê û hewl dan wisa nîşan bidin ku pêvajoyek dest pê kiriye. Dewlet, teknîkên şerê taybet bi kar tîne. Bi bikaranîna medyaya dewletê nûçeyên derew çêdikin. Nûçeyên wisa diweşînin ku dê bibêjî qey her tim bi birêz Ocalan re hevdîtin tên kirin an jî dê bên kirin. Lê ev tevek jî rast nînin. Birêz Ocalan di meseleya kurd de aktorekî girîng e û vê hêza xwe diparêze. Sedema vê jî ew e ku gelê kurd li pişt birêz Ocalan disekine û piştevaniya dostên gelê kurd e.” 
 
PIRSGIRÊKÊN KOLEKTÎF Û MESELEYA STATÛYÊ 
 
Bi domdarî Bîlmez anî ziman ku beriya Abdullah Ocalan bînin Îmraliyê, bi salan ji bo çareseriyên aştiyane têkoşiyaye û wiha pê de çû: “Ji bo vê hewl da û PKK’ê bi awayekî yekalî agirbest ragihand. Beriya ku birêz Ocalan beriya sala 99’an bibin Îmraliyê, dê ji bo çareseriyên dîplomatîk biçûya Ewropayê lê dewletên ewropî deriyên xwe lê girtin û birêz Ocalan welatekî ku biçûyê tune bû. Ji bo îltîcayê serî li Îtalya û Atînayê da lê paşguh kirin û birêz Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin. Piştî 99’an jî birêz Ocalan dev ji lêgerîna aştiyê berneda. Ji 99’an heta 12004’ê bi awayekî yekalî agirbest ragihand û Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de karî gelek reforman bike. Dewletê wê demê wisa nîşan da ku qey meseleya kurd çareser kiriy lê belê meseleya kurd nehate çareserkirin û ji sala 2004’an ve ye em pêvajoyeke dirêj dijîn. Nêzikatiya dewletê ya li dijî pirsgirêka kurd, nêzikatiyeke bipirsgirêk e. Heke pevçûnên çekdarî tune bin dibêjin pirsgirêka kurd tune ye. Lê ev xelet e. Meseleya kurd, mafên kolektîf ên gelê kurd û meseleya statûyê ye. Birêz Ocalan jî ji bo vê têdikoşe.” 
 
TÊ WATEYA DAXWAZKIRINA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK 
 
Parêzer Bîlmez, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rewşa heyî de li Sûriyeyê geşedanên nû derketin holê. Kurd li rexekî hewl didin paradîgmaya birêz Ocalan ava bikin û li rexa din jî pergala DAIŞ, cîhadperestan heye. Hêzên tarî, li ser sorkirina Tirkiyeyê ketin nava tevgerê. Li dijî vê tarîtiyê, divê kurdên ji bo mirovahiyê li dijî vê tarîtiyê têdikoşin bi tenê neyên hiştin. Piştgirîdayîna birêz Ocalan, tê wateya çareseriya demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn. Bendewariyeke me ji dewletan tune ye, bendewariya me piştevaniya gelên Ewropayê ye. Li gorî me mezinkirina piştevaniya navneteweyî girîng e.” 
 
Di serdanê de hate gotin ku CPT’yê hêj jî rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Îmraliyê eşkere nekiriye. Di berdewamiya serdanê de bal kişandin ser xebatên ku dê şandeya navneteweyî bikin û girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê. 
 

Sernavên din

05/12/2024
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe
13:06 AYM: Nabe ku tenê li gorî îfadeyên şahidên nepen biryar were dayin
12:40 Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin
12:03 DEM Partiyê têkildarî Zeydan daxuyanî da: Dev ji lîstikên siyasî berdin
11:37 Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin
11:32 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana DÎSK’ê
11:08 Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
10:53 Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan