AMED - Şaredariya Sûrê ya DEM Partiyî navê kolana Mînareya Çarling lê ye weke “Kolana Tahir Elçî” guherand.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin. Bi ser qetilkirina Tahir Elçî re 9 sal derbas bûn. Elçî, îro li cihê lê hatibû qetilkirin bi girseyî hate bibîranîn.
Di bîranînê de hat ragihandin ku navê kolana Elçî lê hatibû qetilkirin weke “Kolana Tahir Elçî” hatiye guherandin. Hat zanîn ku navê kolanê dê sibe bi torenekê fermî bibe.