BEDLÎS - Bajarê Bedlîsê îro bi pileya 4,3’yê hejiya. Pisporê erdhejê Ahmet Ercan têkildarî erdhejê hişyarî da û got: “Xelkê Xîzanê weke tevdîr heke neçin malên xwe dê baş bibe.”
Li gorî agahiyên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) parve kiriye; îro saet 05.50’ê de li Bedlîsê bi pileya 4,3’yê erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 8,71 km’an di bin erdî de çêbûye.
Prof. Dr. Ahmet Ercan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê peyamek parve kir. Ercan, agahiyên têkildarî erdhejê parve kir û got ku îxtîmal heye erdhejeke mezintir li wir çêbibe. Ercan, weke pêşniyar jî wiha got: “Weke tevdîr heke xelkê Xîzanê îro malên xwe bi kar neyînin û neçin malê dê baş bibe.”