TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir

  • rojane
  • 09:38 22 Mijdar 2024
  • |

ŞIRNEX - Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ji malbatên gerîlayên HPG'ê Abdullah Yîgît û Agît Acar ên di êrişa Hêzên Çekdar ên tirk de jiyana xwe ji dest dan "ji bo tazmînata pereyî ya personelan" tazmînat xwest.

Di 7’ê Îlona 2021’an de li herêma Kato Marînos a Colemêrgê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve êrişeke hewayî hat kirin. Di êrişa hewayî de 2 endamên HPG’ê yên bi navê Abdullah Yîgît û Agît Acar ên li ser Elkê ya Şirnexê qeydkirî jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên endamên HPG'ê ewil birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û piştre jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê. Cenazeyên Yîgît û Acar bêyî agahiyê bidin malbatan li goristana bêkesan hatin definkirin. Malbatan cenazeyên xwe di 18'ê Mijdara 2021'ê de wergirtin. Piştî 3 salan Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan bi hinceta "Ji ber tazmînat ji bo personelan hatiye dayîn cemawerî zirar kiriye" ji malbatan tazmînat xwest. Fermandariya Cendirmeyan malbatan da ber îcrayê û tazmînat ji wan xwest. Di çarçoveya biryara îdarî de bi rêya Daîreya Îcrayê ya Wanê teblîxata tazmînatê ji malbatan re hat şandin. 
 
Di teblîxatê de Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan bi hinceta "Ji ber tazmînat ji bo personelan hatiye dayîn cemawerî zirar kiriye" ji dê, bav û birayên Acar û Yîgît 44 hezar 743 TL xwest. Di teblîxê de hat diyarkirin ku 5 hezar û 901 TL faîz lê hatiye zêdekirin. 
 
Birayê Abdullah Yîgît Ahmet Yîgît diyar kir ku vê yekê wekî li derî mirovahiyê pênase kir. 
 
Yîgît diyar kir ku piştî 3 salan hem ji malbata Acar hem jî ji malbata Yîgît tezmînat hatiye xwestin û wiha got: "Di 18'ê Mijdarê de ji Daîreya Îcarayê ya Wanê teblîxat hat. Li gorî vê teblîxata ji aliyê Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan ve hatiye şandin, li warîsên qanûnî yên birayê min û hevalên wî doza tazmînatê hatiye vekirin. Ji malbata me, ji dê û bavê min, ji dê û bavê Agît Acar, bi giştî ji 16 kesan tazmînatê dixwazin." 
 
Yîgît diyar kir ku ev daxwaz li derî mirovahiyê ye û got: "Pêşî dikujin û paşê jî tên pereyan dixwazin. Ev zilm e. Em vê şermezar dikin." 
 
Bavê Abdullah Yîgît Selîm Yîgît jî got: "Ev bêexlaqî ye. Cezakirina malbatê ye. Yê dimire kî dibe bila bibe, ew çûye êdî. Ma wê li yên mayî doz bê vekirin? Dixwazin gel ji bawerî û edetên wê dûr bixînin. Dixwazin mirovan ji zimanê wan û nasnameya wan dûr bixînin. Bi van pêkanînan dixwazin wan çavtirsandî bikin." 
 
Selîm Yîgît, anî ziman ku ji bo biratî bê misogerkirin divê pêşî li van pêkanînan bê girtin û got, "Bi van polîtîkayên qirêj biratî çawa pêk tê? Eger behsa biratiya gelan bikin, divê pêşî li wekheviya mafan bê girtin. Biratî nikare. bê wekhevî pêk were."
 
Bav Yîgît diyar kir ku bi van pêkanînan dixwazin gel bitirsînin û wiha got: "Bi van pêkanînan nikarin gel bitirsînin. Ji roja ku em ji dayik bûne ve me ceza dikin. Her roj ceza li me tê birîn, lê me tu carî desy ji têkoşîna xwe bernedaye û em ê dest jê bernedin jî." 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

28/11/2024
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn