NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Meclisa Şaredariya Parîsê Geneviève Garrigos diyar kir ku modela demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelek girîng e û got: “Parastin û xwedîderketina li Rojava berpirsyartiya me tevan e.”
Modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo paşeroja Sûriyeya demokratîk a bê avakirin gelekî girîng tê dîtin, ji aliyê siyasetmedarên Ewropî ve ji nêz ve tê şopandin û piştgirî jê re tê kirin. Beriya niha bi demeke kurt heyetek ji Ewropayê ku siyasetmedar, parlamenter û rêveberên xwecihî di nav de bûn serdana herêma Rêveberiya Xweser kir û hin hevdîtin kir.
Endama Meclisa Şaredariya Parîsê û yek ji parêzvanên mafên mirovan ên naskirî yên li Fransayê Geneviève Garrigos jî endamek heyetê bû. Geneviève Garrigos çavdêriyên xwe yên li ser herêmê û girîngiya modela Rojava ya ji bo paşeroja Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
'GUHERTINA REJÎMÊ YA LI ŞAMÊ AŞTÎ NEANÎ'
Geneviève Garrigos anî ziman ku di dema serdana heyetê de wan hevdîtin bi Hevserokên Rêveberiya Xweser, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, rayedarên YPJ û YPG'ê û hevşaredarên Kobanê jî di nav de bi gelek kesan re hevdîtin kir û got: “Derfetên me çêbûn ku li seranserê herêma Rojava ji Dîcle heta Firatê bigerin. Em çûn Qamişlo, Hesekê, Reqa û bêguman Kobanê. Her çiqas tê gotin, bi guhertina rejîma li Şamê re dibe ku aştî hatibe, rewş bi vî rengî nîne. Êrişên dewleta Tirk -çi bi bombebaranê çi jî bi destê SMO’’yê ya ji bejahî ve- timî gefek e. Rewşa mirovên di sala 2018'an de neçar man Efrînê biterikînin û piştre jî neçar man ji Şehbayê biçin, vê rastiyê radixe pêş çavan. Me ev mirovên ku ji cih û warê xwe bûne li Reqayê jî dît.”
‘ÊRIŞÊN SER ROJAVA HÊJ BERDEWAM IN’
Geneviève Garrigos berxwedana dîrokî ya li Bendava Tişrînê bi bîr xist û wiha domand: “Em çûn Bendava Tişrînê û me derfet dît ku bi mirovên sivîl ên li wê derê piştgiriyê didin berxwedanê biaxivin. Lê belê Tirkiye hunrmetê nîşanî sivîlên diçin wê derê nade û êrişî wan dike. Hin kesên ku me dixwest wan bibînin ji ber ku bi rengekî giran birîndar bûn, ketibûn emeliyatê. Êriş ne tenê li ser hêzên parastinê ye; timî hin cih têne bombekirin, bi amûrên hewayî yên bê mirov êriş li sivîlan tê kirin. Di dema serdana xwe de me bihîst ku li herêmên cuda mirovan jiyana xwe ji dest dan. Dibe ku li Şamê desthilatdarî hatibe guhertin, lê belê li Rojava şer di nava gel de tê hîskirin. Ne tenê bûyerên ku me dîtin, rewşa gel bi şênberî nîşan dide ku ev şer hîn jî dewam dike. Mirov mafdar in ku ditirsin; ji ber ku bi wê rîskê re rû bi rû ne ku di her kêliyê de bi amûreke hewayî ya bê mirov êriş li wan bê kirin.”
'ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NE’
Geneviève Garrigos destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava dikevin ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişa li dijî sivîlan -beriya bi demeke kurt êriş li ser ambûlansekê hate kirin-, her wiha êrişên li ser binesaziya sivîl- tunekirina santrala bingehîn a li Qamişloyê eletrîkê peyda dike- yan jî êrişa li ser Bendava Tişrînê û ya herî girîng jî bombebarankirina sivîlan, êrişa yekser a li ser sivîlan ji xwe sûcê şer e. Yanî mesele ne tenê bûyerên sala 2018'an li Efrînê qewimîn. Ev êriş qet nesekinîn. Bi wan mirovan re axivîm ku neçar man Efrînê biterikînin. Ji sala 2018'an û vir ve yekane tişta dixwazin vegera li malên xwe ye. Ti ji sûcên li dijî vî gelî hatine kirin divê neyên jibîrkirin. Divê edalet bi cih bê anîn.”
'DIVÊ MODELA ROJAVA LI BER ÇAVAN WERE GIRTIN’
Geneviève Garrigos destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel êriş û gefxwarinan jî hewl dide modela konfederalîzma demokratîk biparêze û bixe meriyetê û ev tişt anî ziman: “Rêveberiya Xweser ji aliyekî ve li hemberî gefên li ser herêmê şer dike, li laiyê din jî hewl dide sîstema konfederal a demokratîk ku jin navenda wê ye bixe meriyetê û wê biparêze. Rêveberiya Xweser bi sîstema demokratîk a li herêma xwe ava kiriye ji bo paşeroja Sûriyeyê peyameke xurt dide desthilatdariya li Şamê. Hikûmeta nû ya li Şamê divê Rojava û modela wê li ber çavan bigire.”
'BERPIRSYARIYA ME YE KU EM ROJAVA BIPARÊZIN'
Geneviève Garrigos êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî gefan rexne kir û got: “Em di kêliya herî krîtîk a hiqûqa navneteweyî de ne. Li Ûkrayna, Xeze, Komara Kongo ya Demokratîk, Sûdan û gelek herêmên din ên şer hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Bi heman rengî bi destê dewleta Tirk li Sûriyeyê heman binpêkirin têne kirin. Hêzên ku xwe ji parastina hiqûqa navneteweyî berpirsyar dibînin weke li deverên din divê li hemberî van binpêkirinên dewleta Tirk jî bikevin nava liv û tevgerê û Rojava biparêzin.”
‘DIVÊ QADA NAVNETEWEYÎ ROJAVA BI TENÊ NEHÊLE’
Geneviève Garrigos diyar kir ku di serdana Rojava de ya ku herî zêde bandor li wê kir mezinahiya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bû û got, berpirsyariya civaka navneteweyî de ku Rojava biparêze. Geneviève Garrigos, axaftina xwe wiha qedand: “Me serdana Kampa El Holê kir. Bi hezaran endam û malbatên DAIŞ'î lê têne ragirtin. Me hilweşîna li Reqayê dît. Cihên ku demekê weke 'qada dojehê' dihatin bîranîn îro ji nû ve têne avakirin. Fedakariya ku me li şehîdgehên li Kobanê dît, yek ji berdêlên herî giran ên dîroka mirovahiyê ye; ji me re mezinahiya berxwedana li dijî DAIŞ'ê nîşan dide. Yanî di demekê de ku avakirina Sûriyeya nû tê nîqaşkirin, divê hêzên navneteweyî Rojava tu carî bi tenê nehêle. Parastin û xwedîderketina li Rojava wezîfeya exlaqî û berpirsyariya me hemûyan e.”