Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?

  • jin
  • 09:05 22 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Çiro Şiwanî, diyar kir ku “Qanûna Rewşa Kesî” ya li Iraqê li ser jin û zarokan metirsiyeke mezin e û got: “Parlamento li şûna ku pêşî li tundiya li ser jinan bigire, em dibînin bi vê qanûnê hewl dide ku rê li ber tundiyê veke.” 

Parlamentoya Iraqê bi “Qanûna Rewşa Kesî” re dixwaze ku hin guhertinan pêk bîne. Li gorî vê zagonê, jin wê ji gelek mafên xwe bêpar bên hiştin û dadger jî weke mêr bên dîtin. Li ser rewşa pêkanîna qanûnê di parlamentoyê de rûniştina sêyemîn pêk hat. Lê ji ber lihevnekirin û pirsgirêkên siyasî yên di navbera aliyên Kurd, Erebên Sune û Şiî de rûniştin hatin taloqkirin. Tê payin ku ger cara sêyem parlamento li ser biryara guhertina Qanûna Rewşa Kesî bicive wê bikeve meriyetê. Ji ber metirsiyên ku guhertina qanûnê bi xwe re bîne, bertekên rêxistinên jinan û civakê jî zêde dibin. 
 
Aktivîst û parêzer Çiro Şiwanî têkildarî metirsiyên guhertin Qanûna Rewşa Kesî ya Iraqê ya hejmar 188 a sala 1959’an li ser mafên jin û zarokan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
NAVEROKA QANÛNÊ 
 
Parezer Çiro, anî ziman ku ev qanûn ti wextan ji aliyê civakê ve nehatiye qebûlkirin û naveroka wê wiha vegot: “Qanûna Rewşa Kesane ya Iraqê ya hejmar 188 ya sala 1958'an ku niha di meriyetê de ye û li ser guherandinên wê dixebitin. Beriya damezirandina Dewleta Iraqê, di wê demê de desthilata Osmanî li welat desthilatdar bû. Piştî avakirina Dewleta Iraqê û di destpêka salên 1920'an de, piştî derketina destûra yekem ya Iraqê di sala 1925'an de, navê dadgeha taybet bi van mijaran ku berê wek dadgeha şerî dihat naskirin, bû dadgeha rewşa kesane. Di wê demê de ev dadgeh li gorî mezheba Caferî û Henefî karên hemwelatiyan pêk dianî. Mezheba Caferî ji aliyê Şîeyan ve û mezheba Henefî ji aliyê Sunneyan ve dihat peywirdarkirin. Ango di salên 1920'an de û di destpêka avakirina Dewleta Iraqê de dadgeh bi vî awayî dimeşiyan. Ev rewş bi pêşketina civakê re nedihate qebûlkirin. Lewma di sala 1958'an de qanûna rewşa kesane ya hejmar 188 derket û cihê Meceleya Hukmên Dadwerî girt. Ew kêmasiyên ku berê di nav kovara hukmên dadwerî de hebûn hatin çareserkirin. Vê qanûnê çareseriyên girîng pêk anîn û roleke girîng di rêxistinkirina civakê de lîst. Her çiqas guhertin û hemwarkirinên zêde li ser vê qanûnê hatin kirin ku yekemîn guhertin di sala 1963'yan de bû, piştre jî di salên 1970 û 1980'yan de dîsa hat guhertin. Heta van salên dawî jî çend zagon û made tê de hatin guhertin da ku karibe bi awayekî çêtir rêxistina civakê li gorî wan pêşketinên ku hene biguncîne." 
 
'WÊ QANÛNÊ LI GORÎ MEZHEBAN BI RÊVE BIBIN'
 
Parêzer Çiro Şiwanî, bi lêv kir ku li gel derbaskirina vê qanûnê dê li gorî mezheban zagon bên birêvebirin û wiha axivî: “Niha jî hewl tê dayîn ku ev qanûn di parlamentoya Iraqê de bê guhertin. Ev guhertin şûna ku van kêmasiyan çareser bike dê zêdetir bike. Ango vegereke ber bi salên 1950'an wê çêbibe û wê ji mezheban re bi zagonan birêve bibin. Ev qanûn wê ji civakê re tiştek neyine. Bi vê qanûnê re dê rûtbeya mirovên oldar ji dadgehan û qanûnan bilindtir bibe. Mijara zewac, zarok û dayiktiyê de ku civak û bi taybetî jin û zarok tê de dibin qurbanî bi pileya yekem. Ev qanûn heke ku bê bicihkirin dê herî zede jin ji vê yekê neyînî bandor bibin. Çimkî dê dadgeh li gorî qanûnê mêr ê desthilatdar bê birêvebirin. Ango mêr kîjan mezhebê diyar bike jin divê li gorî mezheba hevjînê xwe tevbigere. Ew mafên ku qanûn ji jinan re diyar dike dê yekûyek bên binpêkirin." 
 
'WÊ TEMENÊ ZEWACÊ BIBE 9 SALÎ' 
 
Çiro Şiwanî, da zanîn ku ev zagone wê li ser jin, zarok û civakê pêşiya xetereyeke mezin veke û wiha domand: “Metirsiya vê qanûnê li ser jin û zarokan ku tê dîtin, yekemîn mijara zewacê li gorî mezhebê Caferî neh sal wek temenê zewacê tê dîtin. Ango li gorî mezhebê Caferî tenê gihiştina laş girînge. Lêbelê ji aliyê zanistî ve ev ne rast e. Neh sal tu caran ji bo zewacê û berpirsyariyê, ducaniyê ne temeneke guncave.  Bi ti awayî ev tişt nayê qebûlkirin. Dema ku mafên jinan li gorî mezhebê hatin destnîşankirin ev xetere ye.  Li gorî mezhebê zarokek piştî bû 7 salî dikare ji malbata xwe veqete. Lê belê qanûn wiha nabêjin. Li gorî qanûnan jî heta ku zarokek tê 18 saliya xwe di bin kontrola dayik û bav de ye. Her wiha li gorî qanûnê, dema ku dayik careke din bizewice, ew mafê xwe yê lênihêrînê winda nake. Tenê belgeyek ji aliyê mêrê nû ve tê îmzekirin ku ew ê mafên zarokê biparêze û berpirsiyariyê hilgire û zirarê nede zarokan.  Lê mezheb wiha nabêje; dibêje ku jinek cara duyem bizewice, mafê wê yê lênihêrînê jê destê wê tê standin. Di mijarên nefeqeyê de jî li gorî qanûnê, nefeqeya jinê li ser stûyê mêr e.  Lê di mezhebê de, ger mêr têkiliyên zewacê bi jinê re pêk neyîne, mafê wê yê nafaqayê tune ye. Her wiha mijara temenê zewacê dê bi xwe re pirsgirêkên cidî bîne. Ev mijar îro metirsîdariyeke mezin li ser malbat û civakê dike." 
 
'RÊ LI BER TUNDIYÊ VEDIKIN'
 
Çiro Şiwanî, diyar kir ku parlamento li şûna ku pêşî li tundiya li ser jinan bigire, rê li ber vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parlamento li şûna ku ji bo derxistina qanûnek an çareserkirina hemû tundiyê ku jin pê re rû bi rû dimînin kar bike, em dibînin ku ew hewl dide qanûnek derxîne ku rê li ber zêdebûna tundiyê vedike. Her roj bûyerên tundiyê zêde dibin û kuştina jinan zêde dibe. Bêguman sedemê vê jî hişmendiya desthilatdar û zayendpereste. Mixabin jin qurbaniyên yekem ên vê hişmendiyê ne. Ji aliyekî din ve, ew siyaseta ku herêmê birêve dibe û dixwaze ku bêîstiqrarî di nav civakê de çêbike siyaseta modernîteya kapîtalîst e. Ji bo vê yekê jî her tim di hewldana çewisandina jinan de ye. Ji ber ku çareserkirina pirsgirêkên jinan û gihîştina jinan bi azadiya rastîn û garantîkirina jiyaneke rast civakeke bi îstiqrar û raste.  Ev jî ne di berjewendiya vê pergalê de ye. Hikûmeta desthilatdar û parlamento jî hemû di xizmeta vî pergalê de ne." 
 
'DIVÊ KU JIN XWE BIRÊXISTIN BIKIN'
 
Parêzer Çiro Şiwanî, daxwaz kir ku her qadên civakî li dijî vê qanûnê dengê xwe bilintir û bertekên xwe zêdetir bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Tiştê ku niha divê were kirin ji bo rêgirtina li ber bicihkirina vê guherandinê ev e ku hemû alî, bi taybetî jin, xwe birêxistin bikin.  Ji ber ku eger ev qanûn warê bicihkirin wê hemû nirxên civakê bên binpêkirin. Ji ber ku her biryarek ji dadgehên Iraqê derkeve, dadgehên herêmê jî dê pê ve girêdayî bin. Berê jî mijara anîna jina duyem ku li dadgehên herêmê rê nedidan û merc hebûn, diçûn li dadgehên Iraqê pêk dianîn. Ev jî yek ji wan pirsgirêkan bû ku dadgehên herêmê pê re rû bi rû diman. Niha jî koma 188 heye ku karê baş kirine bi berxwedana li hember vê guherandinê. Bi wê hêviyê ku karê çêtir were kirin ji bo rêgirtina li ber vê guherandinê. Guncav e ku qanûn were guhertin. Lêbelê ev guhertin ne bi tunekirina jinê û hedef girtina nirxên civakê be. Ji ber wê jî ji bo ku ev guhertine paşve bê kişandin divê ku her tekoşîneke rewa bê dayin." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

28/11/2024
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn