Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?

img

RIHA - Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan li pêşiya şaredariya dorpêçkirî bangî qeyûmê li pişt bariyeran kir û got: “Diyar e bê ka em ji ku ne. Ez ji Aramliyê me, Şaredar Saniye ji Karataşê ye. Hemû endamên me yên meclisê ji Xelfetiyê ne. Qeyûm, tu ji ku yî?” 

Nobeta li Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 18’an de didome. Endamên Meclisa Şaredariyê yên DEM Partiyî xwestin derbasî şaredariyê bibin lê dîsa hatin astengkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram, endamên meclisê û gelek kesan xwestin derbasî şaredariyê bibin lê pêşiya wan bi bariyeran hate girtin. Amirê polîsan got ku biryareke astengkirina endamên meclisê tune ye û got ku dikarin serlêdana sûc were kirin. Her wiha amirê polîsan got ku têkildarî mijarê tu rayedar tune ne û peywira wan ew e ku qeyûm ji gel biparêzin. Partiyiyan jî bi gotina; “Em ê giliyê kê li kê bikin. Hûn kê ji kê diparêzin?” bertek nîşan dan.
 
‘SEPANA KEYFÎ’
 
Hevşaredar Mehmet Karayilan got ku sepaneke keyfî di meriyetê de ye û wiha pê de çû: “Hûn jî dizanin ku tişta hûn dikin bêhiqûqtî ye. Hûn li gorî qanûnan tevnagerin. Dibêje, herin gilî bikin. Ji ber ku hûn jî dizanin bêhiqûqtî ye. Ev hiqûq dê sibe bo we jî lazim bibe. Ne tenê îradeya gel hatiye xespkirin, ev dagirkerî ye. Em vê dagirkeriyê qebûl nakin. Ne tenê gel, xebatkarên şaredariyê jî nikarin biçin cem qeyûm. Heta ji memûrên xwe jî ditirsin. Bi bariyeran gel asteng dikin. Mifetîş, zîhniyeta qeyûm lêkolîn nakin. Me tenê dengê xwe li dijî neheqiyê bilind kir. Li kêleka gel me serî li dijî rejîma xedar rakir. Em bi gel re bûn lewma qeyûm tayîn kirin. Em bi hilbijartinê hatin û dê bi qeyûm neçin. Ditirsin ku nelirêtiyan wan derkevin holê. Hûn ditirsin, hûn ditirsin.” 
 
‘HERE LI KARÊ XWE BINÊRE’ 
 
Karayilan, bi domdarî wiha got: “Em zarokên ji heman taxê ne. Diyar e bê ka em ji ku ne. Ez ji Aramliyê me, Şaredar Saniye ji Karataşê ye. Hemû endamên me yên meclisê ji Xelfetiyê ne. Qeyûm, tu ji ku yî? Tu hewl didî Xelfetiyê birêve bibî. Here karê xwe. Heke hindik wijdan bi te re hebûya dê te ev zilm qebûl nekira lê bi te re wijdan tune ye.” 
 
‘EV DAGIRKERÎ YE’
 
Hevşaredar Saniye Bayram jî wiha bertek nîşan da: “Ya ku hûn dikin sûc e. Hûn nahêlin em xizmetê ji gel re bikin. Em mecbûr in biryarekê bidin. Em ê her roj bên şaredariya xwe. Her tişt firotin û dora malên me hatiye. Dê malên me jî bifiroşin. Bila kesek vê qebûl neke. Şaredarî li pişt bariyeran nayê birêvebrin. Em bi hilbijartinê hatin û me neheqî li kesekî nekir. Heke careke din hilbijartin çêbibe em ê dîsa bi ser kevin. Ev dadgirkerî ye. Em dagirkeriyê qebûl nakin. Divê gelê me xwedî li her tiştekî xwe derkeve.” 
 
ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
 
Piştre jî li ber bariyeran çalakiya rûniştinê hat li darxistin. Piştî çalakiyê, ber bi qada nobetê ve bi dirûşma “Qeyûm dê biçin em ê bên” meş hat lidarxistin.
 

Sernavên din

28/11/2024
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn