RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di çalakiya protestoyê ya li Xelfetiyê wiha got: “Tiştên îro diqewin, pirsgirêkên heyî girantir dikin. Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?”
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê hate proestokirin. Siyasetmedarên DEM Partiyê û gelek welatiyan bertek nîşan dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî got ku qeyûm di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an hatine tayînkirin. Karakeçîlî, tayînkirina qeyûm weke hiqûq dijminatiyê pênase kir û wiha got: “Kesên birêz Ocalan vedixwendin Meclisê niha qeyûm tayîn dikin. Ev hiqûqa dijminatiyê ye.”
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ê li şûna wî qeyûm hate tayînkirin jî ev tişt anî ziman: “Em zîhniyeta qeyûm nas dikin. Cara sêyemîne zilmê li gelê me dikin. Dê dîsa têk biçin. Qeyûm ne tenê li şaredariyan, li tevahiya nirxên gelê kurd tayîn kirin. Em ê rê nedin qeyûm. Qeyûm li pey xwe 500 milyon lîre deyn hiştibû. Ji ber ku me diziyên wan derxistin holê, ev zîhniyeta faşîst derket pêşiya me. Em ê tiştên aydê xwe ji wan bistînin.”
BAL KIŞAND SER HEVDÎTINÊN LI ÎMRALIYÊ
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê cotmehê de qala Şaredariya Xelfetiyê kiriye. Ocalan, wiha got. “Welêt, li rojeke nebaş hişyar bû. Di hevdîtina 23’yê cotmehê de birêz Ocalan bal kişand ser geşedanên dîrokî yên gelên tirk û kurdan û ji serdema Sûltan Sencer heta damezirandina komarê, bi hûr û kûr vegot. Me qala Xelfetî û Şaredariya Xelfetiyê jî kir. Me ji birêz Ocalan re got ku hevşaredarek tirkmen û ya din jî jineke kurd e. Birêz Ocalan Xelfetî vegot. Li Xelfetiyê kurd û tirkmen dijîn. Anku xwedî wê zemînê ye ku paradîgmaya birêz Ocalan dikeve meriyetê. Birêz Ocalan got; ‘Ev projeya min e.’”
Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan got ku paradîgmaya min li vir dikeve meriyetê. Dema birêz Ocalan bihîstî ku Karayilan tirkmen e, şaş bû. Xelfetî, rastiya Tirkiyeyê ye. Peyama birêz Ocalan vekirî ye; birêz Ocalan dibêje; ‘Heke şert û merc bên amadekirin ez ji bo çareseriyê amade me.’ Em ji bo zemîna siyaseta demokratîk biisrar in. Tiştên îro diqewimin, pirsgirêkê kûrtir dikin. Zemînê hiqûqî tê tunekirin. Kî bi ser dikeve? Ev polîtîkayên xeletin. Jê vegerin. Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin? Li Xelfetiyê mafê hilbijartinê yê her kesî ji dest distînin. Naxwazin kurd û dostên wan siyasetê bikin. Aqilek heye ku di şer û pevçûnan de israr dike. Li dijî vê hewceye em di siyaset û paradîgmaya neteweya demokratîk de israr bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Xelfetiyê" û “Xelfetî ranezê xwedî li îradeya xwe derkeve” bi dawî bû.
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya şaredariyê didome.