STENBOL - Endama DÎB'ê Hatîce Goz tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan weke pêngaveke sazûmankirina faşîst nirxand û diyar kir ku li pişt tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Esenyurtê stratejiyeke ku Lihevkirina Bajêr dike hedef heye.
Prof. Dr. Ahmet Ozer ku bi stratejiya Lihevkirina Bajêr ji CHP'ê ji bo Şaredariya Esenyurtê hat bijartin, roja 30'ê cotmehê hat binçavkirin û heman rojê hat girtin. Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê li bayê bezê cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wek qeyûm tayînî ser şaredariyê kir.
Endama Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) Hatîce Goz tayînkirina qeyûm nirxand û diyar kir ku li pişt vê tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Esenyurtê stratejiyek ku Lihevkirina Bajêr dike hedef heye û wiha got: "Esenyurt bajarek pir çand û netew lê hene. Gel bi têkoşîna xwe ya azadiyê vê şaredariyê bijart. Tayînkirina qeyûm deswerdana li dijî îradeya gel a hevpar e. Gelan bi îrade û piştevaniya hevpar serokê şaredariya xwe diyar kir û bijartin. Li vir ji bo yekitiya demokrasiyê modelek mînak heye."
Endama DÎB'ê Hatîce Goz
'DEMOKRASİYE VURULAN BİR DARBE'
Goz destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e û wiha axivî: "Bi vî qeyûmî xwestin darbe li demokrasiya Tirkiyeyê bixin. Heke musadeya vê bê dayîn wê gelek gavên din jî bên avêtin. Wê ev rê li ber demokrasiya welat bigire. Dixwazin tevahiya civakê dîsa bi qeyûman bitirsînin. Dixwazin dîsa polîtîkaya qeyûman berbelav bikin. Tayînkirina qeyûmê li Stenbolê ne tesadûfî ye. Bi taybet Şaredariya Esenyurtê hat bijartin. Desthilatdariyê bi vî qeyûmî xwest çavê kurdan, girseya DEM Partiyê, CHP'ê û tevgerên sosyalîst bitirsîne. Her wiha sedemek taybet jî ya ku Esenyurt bijartine jî stratejiya Lihevkirina Bajêr e. Dixwazin cihên ku bi Lihevkirina Bajêr hatine bijartin bixin hedefê. Niha jî dixwazin ku Akdenîz û Toroslara Mêrsînê bixin hedefê. Divê ev hedefgirtin bi berfirehî bên nirxandin. Heke rêzgirtin ji îradeya gel re neyê girtin, wê hê darbeyê li îradeya gel bixin. Pêwîste CHP li dijî tayînkirina qeyûm helwestek pir zelal û eşkere nîşan bide û viya li xwe ferz bike."
MA / Ferdî Bayram