* Endama DÎB'ê Hatîce Goz tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan weke pêngaveke sazûmankirina faşîst nirxand û diyar kir ku li pişt tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Esenyurtê stratejiyeke ku Lihevkirina Bajêr dike hedef heye.
* Girtîgeha Tîpa S a Îdirê di nav girtîgehên tîpa S'yê de wek girtîgeha pîlot hatiye bijartin. Di vê girtîgehê de 5 girtiyan bi guman jiyana xwe ji dest dan. Parlamenterê DEM'ê Partiyê Yilmaz Hun got: "Li vê girtîgehê polîtîkayek taybet tê meşandin."
* Hunermendan bertek nîşanî hincetên girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer da ku konsera hunermendên kurd jî kirine hinceta girtina wî û diyar kirin ku pêwîste hunermend ji her demê bêhtir bi hev re li ber xwe bidin û bi cesaret têbikoşin.
* Dê geşedanên têkildarî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê bên şopandin.