NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, ev peyam da: “Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşvegavê neavêjin.”
Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyê qeyûm tayîn kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Em ê tu caran dev jê bernedin. Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşvegavê neavêjin. Em ê rê nedin xespkirina îradeya gel. Bila ev yek wiha bê zanîn!”