Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin

  • rojane
  • 09:05 21 Îlon 2024
  • |

AMED - Abdulkadîr Barût, bavê Kendal Barut ê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Xarpêtê sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Sûlûca ya Edeneyê hat kirin, diyar kir ku laşê kurê wî bi bîrîn e û nayê dermankirin û got: "Em jî tên cezakirin."

Kendal Barût (32) ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Xarpêtê girtî bû, di 10'ê îlonê de bêyî haya malbata wî û parêzerê wî pê bêxistin sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Sûlûca ya Edeneyê hat kirin. Bavê wî Abdulkadîr Barût bertek nîşanî vê da û got ku ji ber kurê wî sewqî girtîgeheke dûr kirine dê zehmetiyê bikişînin. 
 
Barût anî ziman ku di 10'ê Îlonê de ji bo dîtina kurê xwe çûye Xarpêtê û piştî hevdîtina vekirî jigava kurê wî birine qawîşê jê re gotine "Kendal qawîşa te guheriye. Tu yê biçî qawîşeke din" û wî ji qawîşa wî derxistine û ew sirgûnî Edeneyê kirine. Barût da zanîn ku kurê wî di sala 2021'ê de ji çav û serê xwe birîndar bûye û wiha hatiye girtin. 
 
‘MALBAT TÊ CEZAKIRIN'
 
 
Barût bertek nîşanî sirgûnkirina kurê xwe da û wiha got: “Tiştekî bi navê hiqûq nîn e. Kurê min li Edeneyê di hucreyekê de tê girtin. 2 mehan li Amedê nema, ew sirgûnî Xarpêtê kirin. Nêzî 3 salan li Xarpêtê ma. Niha jî ji wir sirgûnî Edeneyê kirine. Ez nexweş im, ez dikaribûm heta Xarpêtê biçim, lê niha piştî rêwîtiyeke bi saetan ez ê biçim Edeneyê. Rê dûr e û şert û merc dijwar in. Hem ji bo malbatê hem jî ji bo girtiyan pir zehmet e. Bi rastî ev ceza ye. Ev ne tenê ji bo wî, ji bo malbata wî jî ceza ye."
 
Barût bilêv kir ku roja ku kurê hatiye seqkirin îdareya girtîgehê jê re gotiye "Te zirar daye mal û milkê dewletê. Me der barê te de doza disiplînê vekir. Em ê te têxin hucreyê." Barût got: "Kurê min berê ji bo pergala hoparlor û kamerayê serî li rêveberiyê dabû ku naxebitin û ji bo paşê nexin stuyê wan. Lê tevî vê yekê jî der barê wî de doz hatin vekirin. Ev doz paşê bi beraetê bi dawî bûn." 
 
‘BILA BÊ DERMANKIRIN'
 
Barût xwest ku kurê wî yê ku nexweşiya wî giran e bê dermankirin û wiha got: “Pêdiviya wî heye ku ji poz û çavên xwe emeliyat bibe. Pêdiviya wî bi emeliyata plastîk a çavê wî yê çepê heye. Bijîşk dibêjin ji ber şarapnela di serê wî de ku nêzî mejiyê wî ye nikarin mudaxele bikin. Heta niha dermankirineke baş nehatiye kirin. Wê rojê jî mudaxele nehat kirin. Divê kurê min bê dermankirin. Di rastiyê de nêzîkatiyên bi vî rengî yên li hemberî girtiyan, encama nêrîna 'dijminatî'yê ya li hemberî kurdan e."
 

Sernavên din

25/09/2024
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir