Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne

img
STENBOL - Lawê Hatîce Yildiz (75) a hate girtin, Alper Yildiz, diyar kir ku biryara derbarê dayika wî de hatiye dayîn siyasî ye û anî ziman ku ji ber dayika wî nexweşa giran e, nikare di girtîgehê de bimîne.
 
Derbarê dayika girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ya li Esenyurta Stenbolê dijî de, ji ber ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya di heman qawişê de dimîne re pere razandiye, bi îdiaya “rêxistinê finanse dike” doz hate vekirin. Doz 3 salan dom kir û 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdiaya “rêxistinê finanse kiriye” 4 sal û 2 meh ceza li Yildizê birî. Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî erê kir. Yildiz a ku gelek nexweşiyên wê hene, piştî ku polîs hatin mala wê ji ser hişê xwe çû û bi sedyeyê birin nexweşxaneyê. Dû re Yildiz hate girtin û ew birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. 
 
Lawê Hatîce Yildiz (75) a ku nexweşiyên wê yên weke tansiyona bilind, çav, fitiqa piştê û xwarbûna pirûskê hene, Alper Yildiz ji ajansa me re axivî.
 
Alper Yildiz, da zanîn ku dema polîsan bi ser malê de girt li cihê karê xwe bû û bi lêv kir ku piştî birayê wî lê geriya ye vegeriya ye malê. Yildiz, ragihand ku ji polîsan re gotiye ku dayika wî nexweş e û bi vî awayî nikarin wê binçav bikin û got: “Min dermanên dayika xwe nîşanî wan da û got nexweş e, lê qet li min guhdar nekirin.”
 
PIŞTÎ GEFXWARINÊ JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ
 
Yildiz, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku polîsên hatine malê, bi şikandina derî û bi darê zorê birina dayika wî gef lê xwarine û wiha domand: “Her ku diçû rewşa dayika min nebaş dibû. Min ji polîsan xwest ku dayika min di bin çavdêriya tîmên tendirûstiyê de bibin. Qebûl kirin û ambulans hat. Ji xwe dayika min nexweş bû û nikaribû li ser piyan bisekiniya, dest û lingên wê diricifîn, nexweşiya tansiyonê pê re heye û dem bi dem ji ser hişê xwe diçe. Tevî ku min ev tişt ji wan re got jî gotin ‘Em ê bibin.’”
 
MUAYENE NEKIRIN, GOTIN NEHATIYE DERBKIRIN 
 
Yildiz, bi lêv kir ku dema ku dayika wî birin nexweşxaneyê, polîs hatine cem wî û jê re wiha gotine “Tîştekî dayika te nîne, hadê em ê herin.” Yildiz ê bi israr xwest bi bijîjk re hevdîtinê bike ev tişt got: “Di wê demê de xebatkarekî tendirûstiyê hat cem min, ne bijîjk bû, ez ji vê bawer im. Di destê wî de rapora ‘nehatiye derbkirin’ hebû. Min li raporê nerî, ne tehlîla xwînê û ne jî grafîka qelb, tiştek nîn bû. Hîn ew tahlîl derneketibûn dayika min ji ser sedyeye bi darê zorê rakirin û birin. Gef li min xwarin û gotin ‘Tu nikarî li nexweşxanê deng ji xwe bînî, em ê te jî binçav bikin û bibin.’ Bi vî awayî bi zorê dayika min li ser kursiya biteker dan rûniştandin û birin. Gotin ‘Em ê bibin Vatanê, dê sibê derkeve dadgehê’, lê ez hîn neçûbûm malê parêzer li min geriya û got dayika min birine girtîgehê.”
 
‘BIRYAR SIYASÎ YE’
 
Yildiz, diyar kir ku dayika wî nexweşa giran e û nikare di girtîgehê de bimîne û destnîşan kir ku biryara cezayê hefsê yê hatiye dayîn jî biryareke derveyî hiqûqê ye. Yildiz, destnîşan kir ku biryar, biryareke siyasî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parêzerê me niha tişta ku ji dest tê wî tê dike, em ê mafê xwe yê îtirazê ji bo dadgeha jortir bikar bînin. Em ê serî li Wezareta Dadê jî bidin. Em ê hemû mafên xwe bikar bînin ku dayika min nexweş e û bi vî awayî nikare di girtîgehê de bimîne.”
 
 
 
 

Sernavên din

07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e