Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin

img
NAVENDSA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê derî bi derî didomînin û di hevdîtinên dikin de jî anîn ziman ku dê qeyûman bişînin û şaredariyan bi gel re bi rê ve bibin. 
 
Li gelek bajaran xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didomin. Gel namzetên hevşaredariyê bi coş pêşwazî dike. Namzet jî projeyên xwe dibêjin û doza alîkariyê dikin. 
 
QERS
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Qersê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Aydinlikevlerê bi tevlîbûna Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar û namzetê hevşaredariyê yê Qersê Kenan Karahan civîna gel li dar xist. Tevî hewayê sar gelek welatî, partiyiyan bi dahol û zirneyan pêşwazî kir. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Qersê Newroza şêniyên taxê pîroz kir. Piştre namzetê hevşaredariyê Kenan Karahanci axivî û wiha got: “Taxa Aydinlikevlerê di nava Qersê de taxa herî kêm girîngî tê dayîn û kêm xizmetê dibîne ye. Li taxê tu xebatên binesaziyên nîn in. Nîha jî dema ku li heriya ser solên şêniyên taxê tê nêrîn de xizmeta li taxê tê kirin were dîtin. Dema em hatin hilbijartin, yek ji taxên em ê pêşî xizmet bibinê dê ev tax be. Em ê bi valaderxistina hîleyên wan, qeyûman perîşan bikin.” 
 
‘EM Ê NETEWEYA DEMOKRATÎK BIXIN MERIYETÊ’
 
Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar jî bal kişand ser xweza, dîrok û dewlemendiya çanda Qersê û ev tişt gotin: “Lê belê Şaredariya Qersê bi feraseta Qeyûm tê birêvebirin. Li cihên ku bi qeyûman tên birêvebirin, derfetên şaredariyê tên talankirin, tên pêşkeşkirin. Vê yekê şêniyên taxê jî dibînin.” 
 
Piştî axaftinan tevî hewayê sar, welatî bi dengê dahol û zirneyê re govend gerandin. 
 
 MÛŞ
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê jî serdana karkerên tekstîlê, şêniyên taxan û dikandarên li sûkê kirin. Parlamenterên bajar ê DEM Partiyê Sezaî Temellî û Sumeyye Boz; namzetên hevşaredariyê Sirri Soylemez û Tûba Sayilgan serdana rêxistinên civakî û rêxistinên pîşeyan kirin. Şande bi welatiyan re derbarê pirsgirêkên bajar de axivîn û pêşniyarên çareseriyê nîqaş kirin. Temellî di serdanê de wiha axivî: “Mûş bi tu awayî nagihije cihê ku heq dike. Xizanî zêde ye, bêkarî zêde ye, kedkar nikarin debara xwe bikin, em vê yekê baş dibînin. Em dixwazin Mûşê bikin bajarê kedkaran. Dema ku rêveberiya xwecihî li gorî bajarekî kedkaran were birêvebirin, dê piranî mexdûriyetên kedkaran jî ji holê rabin. Dema şaredarî bû ya kedkarên herêmê, dê veguhezbarî û av erzan be, dê ji ber vê yekê karibe alîkariya perwerdeya zarokên me bike, dê qadên civakî dewlemend bike. Em partiya kedkaran, karkeran û gundiyan in. Ji ber wê Mûş a me ye û em dixwazin Mûşê bi rê ve bibin. Em piştgiriya we li gel deng û xwedîderketina sindoqan ve dixwazin.”
 
Serdan tevahiya rojê berdewam kirin. 
 
RIHA 
 
DEM Partî li Rihayê xebatên hilbijartinê didomîne. Namzetên hevşaredariyê tax bi tax, kolan bi kolan digerin, projeyên xwe dibêjin û piştgiriyê dixwazin.
 
SERÊKANİYÊ 
 
Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeya Serêkaniyê Rahşan Yazar, li taxên navendî yên navçeyê serdana malan kir. Yazarê ku xebatên xwe bi hevdîtinên bi jinan re domand, behsa projeyên xwe kir. Namzetê din ê hevşaredariyê Ûgûr Kahraman jî piştî serdanên sersaxiyê bi dikandarên bazara semtê û welatiyên hatin bazarê re hevdîtin kir. 
 
EYYUBİYE / HALİLİYE
 
Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Eyyûbiyeyê Adalet Erîş û Halîl Akbaş li Sîteya Pîşesaziyê ya Kuçukê Evrenê serdana dikandaran kirin, namzetên hevşaredariyê yên Halîliyeyê Sema Ateş û Suphi Yilanci jî li Bulwara Îpekyolê dikandaran ziyaret kirin. 
 
SÊWREG / PIRSÛS 
 
Namzetên hevaredariyê yên Sêwregê yên DEM Partiyê Yildiz Çetîner û Alî Dusak li herêma bi navê Karakeçî serdanha gundên Kûleka, Keynter û Kabîk kirin û ji bo hilbijartinên herêmî piştgirî xwestin. Li Pirsûsê namzetê hevşaredariyê Mûslûm Baran xebatên xwe yên hilbijartinê li taxên Yanalova, Zebesker û gundê Hecûkê berdewam kirin.
 
CURNÊ REŞ / BÊRECÛK 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Cûrne Reşê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş çûn serdana taxên Kavakli û Sehbirim Kisalê û piştgirî xwestin. Li navçeya Bêrecûkê namzetên hevşaredariyê Bêrîvan Îlkaya Manas û Mehmet Begît ku xebatên hilbijartinê derî bi derî didomînin, çûn gundên Êlî, Girlavik, Birhîs, Sakirge û Fatmacîkê. Namzetan mal bi mal bi welatiyan re hevdîtin kirin û piştre li navenda navçeyê xebatên xwe domandin.
 
 

Sernavên din

19/04/2024
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin