Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin 2024-03-20 17:16:36   NAVENDSA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê derî bi derî didomînin û di hevdîtinên dikin de jî anîn ziman ku dê qeyûman bişînin û şaredariyan bi gel re bi rê ve bibin.    Li gelek bajaran xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didomin. Gel namzetên hevşaredariyê bi coş pêşwazî dike. Namzet jî projeyên xwe dibêjin û doza alîkariyê dikin.    QERS   Rêxistina DEM Partiyê ya Qersê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Aydinlikevlerê bi tevlîbûna Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar û namzetê hevşaredariyê yê Qersê Kenan Karahan civîna gel li dar xist. Tevî hewayê sar gelek welatî, partiyiyan bi dahol û zirneyan pêşwazî kir.    Hevserokê DEM Partiyê yê Qersê Newroza şêniyên taxê pîroz kir. Piştre namzetê hevşaredariyê Kenan Karahanci axivî û wiha got: “Taxa Aydinlikevlerê di nava Qersê de taxa herî kêm girîngî tê dayîn û kêm xizmetê dibîne ye. Li taxê tu xebatên binesaziyên nîn in. Nîha jî dema ku li heriya ser solên şêniyên taxê tê nêrîn de xizmeta li taxê tê kirin were dîtin. Dema em hatin hilbijartin, yek ji taxên em ê pêşî xizmet bibinê dê ev tax be. Em ê bi valaderxistina hîleyên wan, qeyûman perîşan bikin.”    ‘EM Ê NETEWEYA DEMOKRATÎK BIXIN MERIYETÊ’   Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar jî bal kişand ser xweza, dîrok û dewlemendiya çanda Qersê û ev tişt gotin: “Lê belê Şaredariya Qersê bi feraseta Qeyûm tê birêvebirin. Li cihên ku bi qeyûman tên birêvebirin, derfetên şaredariyê tên talankirin, tên pêşkeşkirin. Vê yekê şêniyên taxê jî dibînin.”    Piştî axaftinan tevî hewayê sar, welatî bi dengê dahol û zirneyê re govend gerandin.     MÛŞ   Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê jî serdana karkerên tekstîlê, şêniyên taxan û dikandarên li sûkê kirin. Parlamenterên bajar ê DEM Partiyê Sezaî Temellî û Sumeyye Boz; namzetên hevşaredariyê Sirri Soylemez û Tûba Sayilgan serdana rêxistinên civakî û rêxistinên pîşeyan kirin. Şande bi welatiyan re derbarê pirsgirêkên bajar de axivîn û pêşniyarên çareseriyê nîqaş kirin. Temellî di serdanê de wiha axivî: “Mûş bi tu awayî nagihije cihê ku heq dike. Xizanî zêde ye, bêkarî zêde ye, kedkar nikarin debara xwe bikin, em vê yekê baş dibînin. Em dixwazin Mûşê bikin bajarê kedkaran. Dema ku rêveberiya xwecihî li gorî bajarekî kedkaran were birêvebirin, dê piranî mexdûriyetên kedkaran jî ji holê rabin. Dema şaredarî bû ya kedkarên herêmê, dê veguhezbarî û av erzan be, dê ji ber vê yekê karibe alîkariya perwerdeya zarokên me bike, dê qadên civakî dewlemend bike. Em partiya kedkaran, karkeran û gundiyan in. Ji ber wê Mûş a me ye û em dixwazin Mûşê bi rê ve bibin. Em piştgiriya we li gel deng û xwedîderketina sindoqan ve dixwazin.”   Serdan tevahiya rojê berdewam kirin.    RIHA    DEM Partî li Rihayê xebatên hilbijartinê didomîne. Namzetên hevşaredariyê tax bi tax, kolan bi kolan digerin, projeyên xwe dibêjin û piştgiriyê dixwazin.   SERÊKANİYÊ    Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeya Serêkaniyê Rahşan Yazar, li taxên navendî yên navçeyê serdana malan kir. Yazarê ku xebatên xwe bi hevdîtinên bi jinan re domand, behsa projeyên xwe kir. Namzetê din ê hevşaredariyê Ûgûr Kahraman jî piştî serdanên sersaxiyê bi dikandarên bazara semtê û welatiyên hatin bazarê re hevdîtin kir.    EYYUBİYE / HALİLİYE   Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Eyyûbiyeyê Adalet Erîş û Halîl Akbaş li Sîteya Pîşesaziyê ya Kuçukê Evrenê serdana dikandaran kirin, namzetên hevşaredariyê yên Halîliyeyê Sema Ateş û Suphi Yilanci jî li Bulwara Îpekyolê dikandaran ziyaret kirin.    SÊWREG / PIRSÛS    Namzetên hevaredariyê yên Sêwregê yên DEM Partiyê Yildiz Çetîner û Alî Dusak li herêma bi navê Karakeçî serdanha gundên Kûleka, Keynter û Kabîk kirin û ji bo hilbijartinên herêmî piştgirî xwestin. Li Pirsûsê namzetê hevşaredariyê Mûslûm Baran xebatên xwe yên hilbijartinê li taxên Yanalova, Zebesker û gundê Hecûkê berdewam kirin.   CURNÊ REŞ / BÊRECÛK    Namzetên Hevşaredariyê yên Cûrne Reşê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş çûn serdana taxên Kavakli û Sehbirim Kisalê û piştgirî xwestin. Li navçeya Bêrecûkê namzetên hevşaredariyê Bêrîvan Îlkaya Manas û Mehmet Begît ku xebatên hilbijartinê derî bi derî didomînin, çûn gundên Êlî, Girlavik, Birhîs, Sakirge û Fatmacîkê. Namzetan mal bi mal bi welatiyan re hevdîtin kirin û piştre li navenda navçeyê xebatên xwe domandin.