Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê

img

WAN - Li Erdîşê, barîna berfê ku bû sedema girtina rêyên gundan, nekarî pêşî li pîrozbahiya Newrozê bigire. Bi hezaran kesan agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin.

 
Li navçeya Erdîş a Wanê ji bo pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes li qada Denîz Feneriyê hatin bahev. Li navçeya li gel barîna berfê ya ji duh bi şev ve gelek rêyên wê hatin girtin, welatiyan tevî rewşên hewayê yên neyînî jî dest bi ketina qadê kirin. Girse li qada ku bi hezaran kes herikînê bi cih nebû û zêdebûna cil û bergên netewî, rengên kesk û sor û zer bal kişand ser xwe. 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal, namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî, parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevserokê DBP’a Bajêr Harûn Okay, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tev li bûn. 
 
Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û çepik hatin lêdan.
 
NAMZETÊN HEVŞAREDARIYÊ: EM Ê TEQEZ SERBIKEVIN 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Erdîşê Guler Temel a piştî vêxistina agirê Newrozê axivî, wiha got: “Em bi coşa Newrozê ber bi hilbijartina 31’ê Adarê ve diçin. Em ê vê coşa xwe di hilbijartinan de jî nîşan bidin û xwe jî bajarên xwe jî bi hev re birêvebibin.”
 
Namzetê din ê Hevşaredariyê yê Erdîşê Baran Bîlîcî jî ev tişt gotin: “Dagirtina we ya vê qadê ya tevî sermayan jî nîşan dide ku em ê di hilbijartinê de serbikevin. Em bi xebata bi şev û rojan wan bi awayekî dîrokî têk bibin. Em ê di 31’ê Adarê de ji qeyûman re bêjin ‘Siwar hatin peya çûn’.”
 
‘HETA KU SEROK APO WERE BERDAN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’ 
 
Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Harûn Okay jî wiha got: “Li çiya, deşt û zindanan berxwedan heye. Ji bo birêz Ocalan berxwedan heye. Heta ku Rêberê Apo azad bikin em ê berxwedana xwe bidomînin.”
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî wiha got: “Em ê têkoşîna xwe bi felsefeya ‘Jin jiyan azadiyê’ tacîdar bikin. Qadên Newrozê qadên berxwedanê ne. Em ê di 31’ê Adarê de ji qeyûman, ji desthilata AKP’ê hesabê bipirsin. Em ê piştî hesab pirsînê pêşengtiya pergala hevserokatiyê bikin. Em ê di şeva 31’ê adarê de kolanan bi rengên kesk û sor û zer bixemilînin.”
 
‘DEMA HÛN DIÇIN SER SINDOQÊ ZÎLANÊ JI BÎR NEKIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, a herî dawî axivî jî wiha got: “25 sal in li ser birêz Abdullah Ocalan polîtîkayên tecrîdê yên qirêj tên birêvebirin. Girtî bi çalakiya greva birçîbûnê, gelê me jî bi çalakiyên nobeta edaletê ji bo tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe li ber xwe didin. Em bi germahiya Newrozê ber bi 31’ê Adarê ve diçin. Dema em diçin ser sindoqan em Komkujiya Zîlanê ji bîr nakin. Li dijî têkoşîna gelê me ew dê teqez biçin.”
 
Piştî axaftinan Aryen Kom û Şehrîbana Kurdî derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Girseya ku li ber stranan bi gerandina govendê Newroz pîroz kir, her tim dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
 

Sernavên din

19/04/2024
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan