Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê 2024-03-20 12:15:27 WAN - Li Erdîşê, barîna berfê ku bû sedema girtina rêyên gundan, nekarî pêşî li pîrozbahiya Newrozê bigire. Bi hezaran kesan agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin.   Li navçeya Erdîş a Wanê ji bo pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes li qada Denîz Feneriyê hatin bahev. Li navçeya li gel barîna berfê ya ji duh bi şev ve gelek rêyên wê hatin girtin, welatiyan tevî rewşên hewayê yên neyînî jî dest bi ketina qadê kirin. Girse li qada ku bi hezaran kes herikînê bi cih nebû û zêdebûna cil û bergên netewî, rengên kesk û sor û zer bal kişand ser xwe.  Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal, namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî, parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevserokê DBP’a Bajêr Harûn Okay, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tev li bûn.    Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û çepik hatin lêdan.   NAMZETÊN HEVŞAREDARIYÊ: EM Ê TEQEZ SERBIKEVIN    Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Erdîşê Guler Temel a piştî vêxistina agirê Newrozê axivî, wiha got: “Em bi coşa Newrozê ber bi hilbijartina 31’ê Adarê ve diçin. Em ê vê coşa xwe di hilbijartinan de jî nîşan bidin û xwe jî bajarên xwe jî bi hev re birêvebibin.”   Namzetê din ê Hevşaredariyê yê Erdîşê Baran Bîlîcî jî ev tişt gotin: “Dagirtina we ya vê qadê ya tevî sermayan jî nîşan dide ku em ê di hilbijartinê de serbikevin. Em bi xebata bi şev û rojan wan bi awayekî dîrokî têk bibin. Em ê di 31’ê Adarê de ji qeyûman re bêjin ‘Siwar hatin peya çûn’.”   ‘HETA KU SEROK APO WERE BERDAN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’    Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Harûn Okay jî wiha got: “Li çiya, deşt û zindanan berxwedan heye. Ji bo birêz Ocalan berxwedan heye. Heta ku Rêberê Apo azad bikin em ê berxwedana xwe bidomînin.”   Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî wiha got: “Em ê têkoşîna xwe bi felsefeya ‘Jin jiyan azadiyê’ tacîdar bikin. Qadên Newrozê qadên berxwedanê ne. Em ê di 31’ê Adarê de ji qeyûman, ji desthilata AKP’ê hesabê bipirsin. Em ê piştî hesab pirsînê pêşengtiya pergala hevserokatiyê bikin. Em ê di şeva 31’ê adarê de kolanan bi rengên kesk û sor û zer bixemilînin.”   ‘DEMA HÛN DIÇIN SER SINDOQÊ ZÎLANÊ JI BÎR NEKIN’    Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, a herî dawî axivî jî wiha got: “25 sal in li ser birêz Abdullah Ocalan polîtîkayên tecrîdê yên qirêj tên birêvebirin. Girtî bi çalakiya greva birçîbûnê, gelê me jî bi çalakiyên nobeta edaletê ji bo tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe li ber xwe didin. Em bi germahiya Newrozê ber bi 31’ê Adarê ve diçin. Dema em diçin ser sindoqan em Komkujiya Zîlanê ji bîr nakin. Li dijî têkoşîna gelê me ew dê teqez biçin.”   Piştî axaftinan Aryen Kom û Şehrîbana Kurdî derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Girseya ku li ber stranan bi gerandina govendê Newroz pîroz kir, her tim dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.