Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin

img
AMED - Seroka Komîteya Amadekar Pinar Sakik a têkildarî Newroza di 21’ê Adarê de li Amedê were pîrozkirin agahî dan û ji bo hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin ew vexwendin Newroza Amedê.  
 
Komîteya Amadekar a Newrozê ya ji bo amadekariyên pîrozbahiya Newroza di 21’ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin bi rê ve bibe hatiye avakirin, li eywaneke dawetê ya li bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, rêveberên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), namzetên hevşaredariyê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. 
 
Di civînê de ewilî parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren axivî. Eren, diyar kir ku hilbijartinên di 31’ê Adarê de bên kirin siyaseta Tirkiyeyê xistiye bin bandora xwe û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo me girîng in. 8 sal in çi zext û êriş hebin li dijî gelê kurd hatin kirin. Zimanê me hate qedexekirin, siyaseta me hate xwestin ku were tasfiyekirin. Hate astengkirin ku siyasetmedarên kurd siyasetê bikin. Bi hezaran hevalên me di girtîgehan de ne.” Eren bi lêv kir ku li dijî vê siyasetê dê di 31’ê Adarê de bersiveke xurt bidin desthilatê. 
 
Eren, bi lêv kir ku gelê kurd ê her sal diherika qadan û vîna xwe nîşan dide dê îsal jî qadan dagire û her kes vexwend Newroza Amedê. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik a li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axivî jî têkildarî amadekariyan agahî dan. 
 
‘NEWROZ JI BO GELÊ KURD BÛYE SEMBOLA BEXWEDANÊ’
 
Sakik, qala girîngiya Newrozê ya ji bo gelê kurd kir û wiha got: “Newroza ku ji bo gelên cîhanê destpêka biharê ye di kesayeta gelê kurd e bûye sembola berxwedana ku bi sedan salan e berdewam dike. Agirê ku ji Prometheus’an heta Kawayê Hesinkar, ji Kawa heta Mazlûm Dogan hatiye vêxistin bi biryardariya weke roja ewil berdewam dike.”
 
‘QADÊN NEWROZÊ DÊ AZADIYA OCALAN PÊK BÎNE’ 
 
Sakik, di berdewama axaftina xwe de li ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn sekinî û wiha got: “Azadiya birêz Abdullah Ocalan ê paradigmaya wî belavî hemû cîhanê bûye, di heman demê de azadiya kurdan û hemû gelan e. Birêz Abdullah Ocalan ê 25 sal in di bin pergala îşkenceyê de ye û di her hevdîtina pê hatiye kirin de rêya aştiyeke birûmet nîşan dide û diyar dike ku amadeye ku her cure berpirsyartiyê bigire ser xwe, bi agahînegirtinê di bin tecrîdeke mutleq de ye. Ji ber vê yekê qadên Newrozê dê bidin qadên ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin.”
 
VEXWEND KU AGIRÊ AZADIYÊ JI AMEDÊ WERE BILINDKIRIN 
 
Sakik, anî ziman ku Divê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were pêk anîn û wiha domand: “Dem dem ali dijî Dehaqan bibin Kawa, bibin Mazlûm e. Dem dema pêkanîna yekitiya netewî ya kurd e. Dem dem ali dijî derketina dagirkirin, mêtîngerî û qirkirinê ye. Dem dema rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e.”
 
Sakik, herî dawî ev bang kir: “Em ne tenê gelê Amedê, hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vedixwînin ku agirê azadiyê yê Newroza Amedê ku em ê di 21’ê Adarê de bi dirûşma ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ pîroz bikin, ji Amedê bilind bikin. Newroz pîroz be. Newroz pîroz bo.”
 
 

Sernavên din

19/04/2024
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye