Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin 2024-03-19 13:03:11   AMED - Seroka Komîteya Amadekar Pinar Sakik a têkildarî Newroza di 21’ê Adarê de li Amedê were pîrozkirin agahî dan û ji bo hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin ew vexwendin Newroza Amedê.     Komîteya Amadekar a Newrozê ya ji bo amadekariyên pîrozbahiya Newroza di 21’ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin bi rê ve bibe hatiye avakirin, li eywaneke dawetê ya li bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, rêveberên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), namzetên hevşaredariyê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn.    Di civînê de ewilî parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren axivî. Eren, diyar kir ku hilbijartinên di 31’ê Adarê de bên kirin siyaseta Tirkiyeyê xistiye bin bandora xwe û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo me girîng in. 8 sal in çi zext û êriş hebin li dijî gelê kurd hatin kirin. Zimanê me hate qedexekirin, siyaseta me hate xwestin ku were tasfiyekirin. Hate astengkirin ku siyasetmedarên kurd siyasetê bikin. Bi hezaran hevalên me di girtîgehan de ne.” Eren bi lêv kir ku li dijî vê siyasetê dê di 31’ê Adarê de bersiveke xurt bidin desthilatê.    Eren, bi lêv kir ku gelê kurd ê her sal diherika qadan û vîna xwe nîşan dide dê îsal jî qadan dagire û her kes vexwend Newroza Amedê.    Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik a li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axivî jî têkildarî amadekariyan agahî dan.    ‘NEWROZ JI BO GELÊ KURD BÛYE SEMBOLA BEXWEDANÊ’   Sakik, qala girîngiya Newrozê ya ji bo gelê kurd kir û wiha got: “Newroza ku ji bo gelên cîhanê destpêka biharê ye di kesayeta gelê kurd e bûye sembola berxwedana ku bi sedan salan e berdewam dike. Agirê ku ji Prometheus’an heta Kawayê Hesinkar, ji Kawa heta Mazlûm Dogan hatiye vêxistin bi biryardariya weke roja ewil berdewam dike.”   ‘QADÊN NEWROZÊ DÊ AZADIYA OCALAN PÊK BÎNE’    Sakik, di berdewama axaftina xwe de li ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn sekinî û wiha got: “Azadiya birêz Abdullah Ocalan ê paradigmaya wî belavî hemû cîhanê bûye, di heman demê de azadiya kurdan û hemû gelan e. Birêz Abdullah Ocalan ê 25 sal in di bin pergala îşkenceyê de ye û di her hevdîtina pê hatiye kirin de rêya aştiyeke birûmet nîşan dide û diyar dike ku amadeye ku her cure berpirsyartiyê bigire ser xwe, bi agahînegirtinê di bin tecrîdeke mutleq de ye. Ji ber vê yekê qadên Newrozê dê bidin qadên ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin.”   VEXWEND KU AGIRÊ AZADIYÊ JI AMEDÊ WERE BILINDKIRIN    Sakik, anî ziman ku Divê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were pêk anîn û wiha domand: “Dem dem ali dijî Dehaqan bibin Kawa, bibin Mazlûm e. Dem dema pêkanîna yekitiya netewî ya kurd e. Dem dem ali dijî derketina dagirkirin, mêtîngerî û qirkirinê ye. Dem dema rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e.”   Sakik, herî dawî ev bang kir: “Em ne tenê gelê Amedê, hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vedixwînin ku agirê azadiyê yê Newroza Amedê ku em ê di 21’ê Adarê de bi dirûşma ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ pîroz bikin, ji Amedê bilind bikin. Newroz pîroz be. Newroz pîroz bo.”